Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bûyerên trajedîk ên tirsnak yên ji encama teqîneke terorîstî di roja çarşema 7 tebax, 2024 de li bajarê Ezazê li gundewarê bakurê Helebê ku xaleke kontrolê ya tijî polîs û otombîlên sivîlan armanc kir, ku di encamê de herî kêm 9 kes hatin kuştin û nêzîkî 11 kesên din birîndar bûn, dişopîne.
Hevbendiya Niştimanî vê kiryara tirsonekan şermezar dike û tekezîyê li ser pêwîstiya dabînkirina ewlehiyê li deverê dike bi riya nehiştina metirsiya milîsên terorîst ên ku aramiya navçeyên rizgarkirî dikin armanc û bi berdewamî hewl didin ku alozî, tawan û binpêkirinan pêk bînin û tekeziyê li ser xurtkirina bizavên ewlekarî li navçeyên rizgarkirî dike, ji bo parastina sivîlan û desteserkirina wan kesên ku di vê kiryara terorîstî de cih digirin û sizadana wan bi awayê herî tund û bersivdana bi awayekî guncav dijî kesên ku dixwazin aramiya navçeyên rizgarkirî têk bidin.
Hevbendiya Niştimanî hevxemiya xwe ya tam bi malbatên qurbaniyan re diyar dike û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwaze, û hêviya saxbûna zû ji birîndaran re dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Dezgeha Ragihandin û Peywendiyan
7ê tebaxê, 2024