Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Em serxwaşiyê derbarê pakrewanên sivîl û leşker yên ku ji encama teqîneke teroristî ketine pêşkêş dikin, pakrewanên ku di armanckirina çadireke sersaxiyê de li gundê Til Elhewa li gundewarê rojavayê Heleb canê xwe jidest dane.
Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Saziyên wê yên ewlehî û polîs û tabûrên Artêşa Niştimanî ya Sûrî hemû xebatên pêkan dikin, daku ewlehiyê biparêzin û bi şopa girupên teroristî û piştgirên wan kevin, tevî wê jî dubarebûna operasyonên teroristî yên ku deverên rizgarkirî û nemaze gundewarê bakurê Helebê armanc dikin hişyariyeke mezin û rêşûnin cidî bo nehêlana teroristan ku çi valahiyê bikarbînin tê xwestin.
Jêdera van operasyonan û yên mîna wê naskirî ye, û ger danûstandin bi jêdera vê gefê re çênebe, wê demê bandora hemû amûrên rûbirûbûnê dê pir hindik be.
Terora rijêmê û rêxistinên tund û milîsên mezhebî yên di çarçoveya wê de dizîvirin tevî çeteyên PKK bi hemû navên xwe û dûvçilkên DAIşê bi xwe pergalên ku bi hevdû ve girêdayî ne, û xizmeta hev dikin, û pirojeyên wan dijî gelê sûrî ne, û dijî hêviyên azadî û rûmetê ne.
Pêdviya me li ser cûrbecûr asteyan bi piştgiriya rasteqîn ji aliyê civaka navdewletê ve heye, daku em li hember pirojeyên teroristî yên berdewam rawestin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
20 sibat 2021