Daxuyaniyeke Rojnamevanî
roja 21 tebaxê Rêkxistina Daiş ya tirorist peqîneke tiroristî li bajarê Qamişlo pêk anî. di encamê de gelek kes ji sivîlan hatin kuştin û gelek birîndar bûn. Ji hemû pêkhatiyan Kurd, Ereb, Siryan û Aşûriyan bûn.
Em di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de evî karê tawankarî yê ko sivîl amanc kirin pirotesto dikin. Em dozê li civaka navdewletî dikin ko bizaveke mezintir bike da tiroristiyê bi hemû şêweyên wê têk bibin. Hem em dozê li Gelê xwe yê Sûrî dikin ji hemû pêkhatiyan digel hev kar bikin, da aştiya pêkvejiyanê biparêzin û derfetê nedin ew kesên ko hewl didin yekîtiya me têk bibin û hevgirêdana me ya civakî parçe bikin.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî ya hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê
21.Tebax.2015
Nivîsgeha Ragihandinê