Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Teror û rêxistinên teroristî û dewletên sponseriya wan dikin di armanckirina gelên deverê de berdewam in, bi armanca ku bêserûberiyê an stemkariyê biçespînin, û nehêlin ku çare an bijardeyên dîtir peyda bibin.
Karê terorristî yê tirsonekî dermafê 13 sivîlan ji birayên me yên tirk li ser destê rêxistina PKK ya terrorist li bakurê Îraqê di vî warî de tê.
Em li kêlek Tirkiyê û gelê wê ne di cenga wan a dijî terrorê, û em sersaxiyê bo birayên me û xwediyên pakrewanan û tevaya qurbaniyên terorê li her derê pêşkêş dikin.
Baweriya me bi karîna tirkiyê li ser şopandina tewanbarên berpisyar di ber vê tewanê û tevaya tewanên vê rêxistina terrorîst û destekên wê li Sûriyê û Tirkiyê û her cihekî dîtir heye.
Em di bîra tevaya aliyan tînin ku nirxê ti hevalbendî an saziyên navdewletî an dezgehên navnetewî yên ku dibêjin em aştiyê û ewlehiya navdewletî diparêzin nîne, ger ew sazî li ser avakirina mîkanîzmeke navdewletî ya vebir kar neke, daku li hember rêxistin û pirojeyên wan raweste, û hebûna çi saziyên teroristî li ser asta deverê û tevaya cîhanê bidawî bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
16 sibat 2021