Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi Serpereştiya Cîgira Serokê Hevbendiyê û Hevrêzkara Ofîsê Ruba Hebûş li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê, civatek li gel “Tîma Ebdulqadir Elsalih a Xwendekaran a Xwebexş” re lidar xist.
Û di civînê de Endamên Tîmê Sîdra Dehrûc, Sundus Erkîz, Îbrahîm Hemaş û Ebdulhadî Yasîn amade bûn.
Û hevdîtinê bi danaskirina Ofîsa Ciwanan û çalakiyên wê û giringiya beşdariya gêncan a siyasî ya kartêker bo avakirina Sûriyê di pêşerojê de dest pê kir.
Û ji aliyekî dî ve tîma Ebdulqadir Elsalih kurteşiroveyek li ser destpêka tîmê û armancên wê pêşkêş kir, û tekezî li ser giringiya pêwendiya berdewam di navbera saziyên şoreşê û xelkên wê de kir.
Û Endamên Tîmê anîn ziman ku ew dixwazin ku di komcivîn û hevdîtinên derbarê pirosesa siyasaî û çalakiyên Hevbendiya Niştimanî yên dîtir de amade bibin, daku asta zanistî û avakirina hişyariya siyasî nemaze li bal xwendekar û beşê ciwanan bilind bibe.
Û amadebûyan bal kişandin ser giringiya berdewamiya hevdîtinan di navbera saziyên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û tîm û kombend û komikên xwebexşan de, ji bo danîna bingehekê ji bo dabînkirina pêşerojeke azad û rûmetdar ji bo ciwanên Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî