Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, hevdîtinek li gel Desteya Xwendekarên Zanîngeha Gazî Entab, şaxê devera Efrînê ya gundewarê Heleb, lidar xist, û guhdarî pirsgirêk û pêdviyên wan kir.
Û Elherîrî di civînên xwe de tekezî li ser giringiya guhdana pirosesa fêrkirinê û dabînkirina xwendinê bo tevaya xwendekarên deverên rizgarkirî kir, û bal kişand ser pêwîstiya amadekirina nifşekî nû ji ciwanên zîrek yên ku dikarin sûriya azad û demoqrasî ava bikin.
Û Elherîrî cext kir ku hînkirin weke alava rizgarkirinê ye bo gelê sûriyê, daku derdeserî û rewşa dijwar a ku welat têre derbas dibe bidawî bibe.
Û Elherîrî bal kişand ser beşdariya giring ya xwendekaran di şoreşa sûriyê de, û rola wan di berdewamiya wê de, û danasîna şoreşê û belavkirina pirensîpên wê, ji bo ku daxwazên gelê sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk bîne.
Û Elherîrî ji endamên Desteya Xwendekarên zanîngeha Gazî Entab, daxwaza pişkdariyê di nav rêvebirî û saziyên cîbicîkar yên Hevbendiya Niştimanî û komcivîn û civat û workşopên ku li deverên rizgarkirî lidar dikevin kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî