Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, bi hevaltiya Wezîrê Berevaniyê yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Lîwa Selîm Idrîs bi gereke meydanî li ser yekîneyên leşkerî yên Artêşa Niştimanî ya Sûrî li devera Efrînê rabû.
Û endamên Desteya Siyasî D. Bedir Camos, Mihemed Yehya Mektebî û Endamê Desteya Giştî Zekeriya Melahifcî, Ehmed Bekûra, Necîb Rehmon û Ehmed Elşihadî Hevaltiya Serokê Hevbendiyê di vê gerê de kirin.
Û Elherîrî û şandê pêre bi serdarên leşkerî û rayedarên polîsên sivîl û leşkerî re civiyan, û pesna xebatên mezin yên ku ji bo parastina ewlehiyê li deverên rizgarkirî pê radibin dan, tevî ku ew dever yekser ji aliyê rijêma Esed û piştgirên wê û Milîsên PYD û endamên rêxistina PKK ya terrorîst tête armanckirin.
Û hejmarek ji efseran şiroveyek li ser rewşa aniyên şer û amadekariyên leşkerî pêşkêş kirin, her weha rêşûnên nû bo rawestandina êrîşên teroristî yên ku sivîlan armanc dikin û dixwazin nearamî û bêewlehiyê li deverên rizgarkirî çê bikin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku rijêma Esed û piştgirên wê û rêxistinên teroristî bi hemû hêzên xwe kar dikin daku rewşa nearamiyê li deverê peyda bikin, û bibin asteng li pêşiya çi pirojeyên pêşdeçûnê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî