Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, û hejmarek ji endamên Desteya Siyasî û Desteya Giştî di danîna kevirê bingehîn yê nexweşxaneya pakrewan Cemîl Reidon li gundewarê Efrînê beşdarî kirin, û hejmarek ji kesayet û çalakiyên sivîl li deverê amade bûn.
Û Elherîrî û şandê pêre serdana hejmarek ji saziyên deverê kirin, û li karê têde dibe temaşe kirin, û Elherîrî tekezî li ser giringiya berdewamiyê di pêşkêşkirina xizmetguzariyê bo welatiyan û çakkirina asta wê kir.
Û Elherîrî û şandê pêre serdana bazaran kirin û li gel hejmarek ji bazirganan civiya, û li daxwaz û pêdviyên wan guhdarî kir.
Û Elherîrî û şandê pêrte rewşa yek ji kampên nêzî bajarokê Cindirêsê li gundewarê Efrînê şopand, û bi kesên ku rêvebiriya kampê dikin re civiyan, û tekezî li ser karê ji bo misogerkirina gihiştina alîkariyên pêwîst bo nişteciyên kampê li hev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî