Daxwiyaniyek Rojnamevanî
Rûsiya sûr e li ser berdewamiya di pirojeyê xwe yê dagîrkirina Sûriyê, bi alîkarî û nokeriyek tam ji serokê rijêmê, yê ku welat radestî dagîrkeriya derekî kir, û red kir daxwazên gelê xwe bi cih bîne.
Ew biryara serokê rûsiyê derbarê destdanîna ser avahî û Deverên Beravê li Sûriyê, ji ber helwesta navdewletî ya bêkêr û pûçbûyî ye, û di heman demê de hewildan e ji bo rewakirina dagîrkeriyê.
Pirojeyên sepandin û derbaskirina pîlanên Rûsiyê yên derbarê dizî û talankirina Sûriyan an dabeşkirina dahatên wan di nav çete û milîsên terrorist û hêzên dagîrker de, projeyin dijminkarî ne, û dê gelê Sûriyê têbikoşe ji bo ruxandina wan û dadgehkirina kesên berpirs di ber wan de.
Tevaya rêkeftinên rijêma Esed pêk tîne; redkirî û nerewa ne, û careke din em tekez dikin ku divê sizayên navdewletî dijî dewletên hevkariyê bi rijêmê re dikin û biryarên navdewletî binpê dikin bicih bibin.
Bi navê tevaya Sûriyan, Hevbendiya Niştimanî redkirin û şermezarkirina xwe ji her “rêkeftin” an “lihevkirin”ên bi rêjîma Esed re dibin radigihîne, û tekez dike ku ew nerewa ne, û bi çi awayî nayên pejirandin, ji ber ku ew ne bi destê nûnerekî rewa yê gelê Sûriyê dibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Fermandariya Ragihandin û Pêwendiyan
30 gulan 2020