Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Tewaneke nû çêbû, ya careke din kirêtiya dijminkariya rûsî dijî gelê Sûriyê eşkere dike, herweha hevpariya wê li gel rijêmekê ku herdem sivîlan dikuje, û wan dike wek armancên yekser û tewanên cengê û yên dijî mirovahiyê dijî wan pêktîne.
Di encama wê dijminkariya dagîrkeriya Rûsiyê de dijî kombûneke derbideran, nêzî Maaret Masrîn, 16 kes şehîd ketin û hejmarek din birîndar bûn.
Divê civaka navdewletî tevbigere ji bo rawestandina vî şêweyê berdewam ji tewankariya Rûsiyê, û li kêleka gelê Sûriyê û atêşa wî ya niştimanî û Tirkiyê raweste, wek piştgiriyekê ji karûbarên wan re ji bo parastina sivîlan û nehêlana koçberkirina wan.
Temamkirin û tekûzkirina devera aram li bakurê Sûriyê îro karekî pir giring e, ji bo gihiştina qonaxa pêkanîna prosesa siyasî û veguhestina siyasî çêbibe, ew guhertina ku ne serê rijêmê ne jî ti kes ji banda wî yên destê wan bi xwîna Sûriyan bûye tê tune be.
Çi derfeta aramî û hêminî li cîhanê çênabe, bêyî şandina vê dosyayê bo Dadgeha Tewanên Navdewletî, ji ber ku rizgarbûna tewankaran dê derî li pêşiya zêdebûna tewankariyê û pirbûna binpêkirinên yasaya navdewletî û belavkirina bêserûberiyê û peydakirina atmosfera terorîstiyê veke.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
3 adar 2020