Balefirên cengê yên dagîrkerê Rûsî, berbanga vê sibehê, cihekî ku derbider lê niştecî bûne li bajarokê Meerit Misrîn ya gundewarê parêzgeha Idlibê armanc kir, û 16 sivîl di nav de zarok û jin hene bûne qurbanî, û hin jî hatin birîndarkirin.
Û Berevaniya Sivîl diyar kir ku balefirên dagîrkerê Rûsî komelkujiyeke metirsîdar berbanga vê sibha pêncşembê pêk anîn, û tê de 16 sivîl şehîd bûne, 5 jin û 2 zarok di nav wan de hene, û nêzî 20 kesan jî hatine birîndarkirin, di encama armanckirina avahiya xwedîkirina mirîşkan, li bajarokê Meerit misrîn li gunewarê Idlibê, yê ku çend malabat tê de bicî bibûn.
Û raporin meydanî tekez kirin ku dagîrkerê Rûsî pabendiyê bi ti lihevhatin û peymanên navdewletî nake, û di vê derbarê de Hevrêzkarên Bersivdanê yên Sûrî belge kiribûn, ku nêzî 2167 sivîlî di nav de 604 zarok li bakurê rojavayê Sûriyê hatin kuştin, ji dema îmzekirina peymana Sotşî de.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê anîn ziman ku bêtir ji 1,037,890 kesî di dema nevbera heyva çiriya paşîn 2019an ta duh çarşembê ji adara 2020an de derbider bûne, û ji ancama bombebarana rêjîm û Rûsiya perve berê xwe dane deverên aram li ser sînorê Tirkiya û Sûriyê.
Û di rapora rêxistinê de hat ku balefirên dagîrkerê Rûsî û hêzên rêjîma Esed nêzî 671 avahiyên jîndariyê armanc kirine, tê de nexweşxane, firin, avahiyên hînkirinê û kamp hebûn, û zêdetir ji 34 karmend û xebatkarên warê mirovahî armanc kirin.
Û Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê daxwaz ji civaka navdewletî kir, ku berpisyariyên xwe derbarê nişteciyên sivîl li rojavayê Sûriyê hilgire, û ji rêxistin û desteyên mirovahî tevgereke lezgîn û çalak di warê pirosesa hawarçûnê de li deverê xwest, piştî derbiderbûna bi hezaran ji deverên gundewarê Idlib û rojavayê Hamayê berve deverên aram nêzî sînorê Tirkiyê.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî