Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tawana tirsnak a li bajarê Babê yê rojhilatê Helebê, ya ku çalakvanê raghêner Muhemed Ebdulletîf (Ebû Xenûm) û hevjîna wî û zaroka wê ya di hinavê wê de kirin qurbanî şermezar dike, Ebû Xenûm ê ku bi dirêjiya salan beşdarî di gihandina dengê şoreşê û daxwazên azadîxwazan de kiriye.
Hevbendiya Niştimanî bi germî ersaxiya xizm û hevalên Ebû Xenûm û yên hevjîna wî dike, û hêviya dilovanî û lêbûrîna xweda ji wan re dike.
Parastina ewlehî û aramiyê li deverên rizgarkirî, hewcedarî bizavên bêhtir û şopandina xwirt û hûrbîn ji kêşeyên bi vî rengî re ye, û pêwîst e ku dadpirsîn bi şêweyekî yekser derbarê tawanê vebe ji bo pêkanîna dadweriyê, ji ber ku lîstina bi ewlehiya deverên rizgarkirî ji aliyê kê ve be nayê pejirandin, lewra em daxwazê ji Artêşa Niştimanî dikin ku bi tundî li hemberî her kesê dixwaze ziyanê bighîne xelkê me û bajar û bajarok û dahatên jiyana wan raweste.
Em careke dî sersaxiya pakrewanên bûne qurban di vî karê terorîstî de dikin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
8 cotmeh 2022