Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, li gel çalakiyên sivîl û siyasî û giştî li Navenda Çandê ya bajarê Ezazê li gundewarê Helebê civiya, bi armanca gotûbêjkirina pêşketinên rewşa siyasî û bi taybetî serdanên vê dawiyê yên Washington û New Yorkê.
Û di vê hevdîtinê de endamên Hevbendiyê Mihemed Yasîn, Atif Zirêq, Es’ed Elîto û Îbrahîm Derbale hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin, û nûnerên gelek saziyan wek Yektiya Encumenên Xwecihî, Hevgirtina Xwendekarên Sûrî Yên Azad, Hevgirtina Rojnemevanên Sûrî û hejmarek ji çalakvanan amade bûn.
Û Serokê Hevbendiyê di destpêka civînê de tekez kir ku Hevbendî nûneratiya şoreşa Sûriyê û daxwazên gel di civînên navdewletî de dike, û giringiya hevkarî û şêwirdariyê di navbera gelê Sûriyê û Hevbendiyê de ji vê yekê tê, ew hevdîtinên di rêya van civîn û serdanên bo deverên rizgarkirî re.
Û Elmislit li ser serdanên dawîn ên Hevbendiyê bo Washington û New Yorkê axivî, û tekez kir ku Hevbendî bi nûnerên bêhtir ji bîst dewletan re hevdîtin li dar xistin, û naveroka wan hevdîtinan mijara sizayên li ser rijêma Esed û nehêlana normalkirina têkliyan li gel wê û derbaskirina alîkariyên mirovahî û Pirogramên Saxlembûna zû bûn, her weha giringiya berdewamiya pirosesa siyasî di çarçoveya biryara navdewletî 2254 de.
Û Elmislit bal kişand ser ku wî guhdan ji hêla aliyên navdewletî bi dosya Sûriyê dît, û helwestên wan derbarê rijêma Esed û sizakirina wê li ser tawanên ku dermafê sûriyan pêk anîne neguhêr in, û got ku biryarên Hevbendiyê ji piransîpên şoreşê yên bingehîn dertên, û di serî de ruxandina rijêma Esed, û gotegotên vê dawiyê derbarê hevbendiyê yên ku ji aliyê medyayên rijêma Esed ve hatine belavkirin red kirin.
Û di civînê de amadebûyan bi şandê Hevbendiya Niştimanî re dosya xwendinê li deverên rizgarkirî û gireva niha li Ezazê ji ber kêmbûna mûçeyê mamosteyan li dar ketiye û helwestên dawîn ên navdewletî û erebî gotûbêj kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî