Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi xemgînî û dilgiraniyeke kûr şîna heft xwendekarên keç û xort dike, ên ku di bûyereke trajîkî ya otobusekê de jiyana xwe ji dest dan, dema otobus ji zinarekî asê de ket çemê Asî, ku di seyraneke dibistanê de ligel mamosteyên xwe bûn, li devera Eyûn ‘Ara li gudewarê Darkûşê li rojavayê Idlibê.
Hevbendiya Niştimanî sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan û gelê Sûriyê dike, û tekez dike ku ew li kêleka wan e di vê karesata mezin de, hêviya silametiyê û başbûna zû ji bo birîndaran re dike û ji Xwedayê mezin dixwaze rehma xwe li zarokan û hemû qurbaniyên vê karesata diltezên bike û sebir û semaxê bide malbat û kesûkarên wan.
Em ji Xwedê re ne û em ê lê vegerin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiya
07 hezîran 2024