Kombenda Serbixweyên Kurd, daxuyaniyek belav kir, tê de diyar kir ku wê daxwaza civînekê ji hêzên siyasî û kesayetiyên niştimanperwer ên Sûriyê re kiriye, ji bo şêwirê li ser pêşhatên rewşa Sûriyê bikin, bi taybetî jî tiştên ku li bakurê rojhilatê Sûriyê ji aliyê çekdarên PYDê yên terorîst ve dibe, û li ser hejmarek helwest û pêşniyaran li hev kirin.
Daxuyaniya komeleyê tekezî li ser pêwîstiya ragihandina seferberiya siyasî, civakî û medyayî li hemû navçeyên Sûriyê kir ji bo rûbirûbûna hewildanên van milîsên terorîst yên ji bo bihêzkirina desthilata xwe li ser axa Sûriyê ya dagîr kirine, û hewl didin beşeke hêja ji vê xakê desterser bikin û dewleta xwe ya terrorist ragihînin.
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku milîsên PYDê yên terorîst vî karî bi rêya çend gavên cidî û neyasayî yên ku avêtine dikin, yek jê ku bi nivîsandina girêbesteke civakî (destûr) ji bo wê herêmê dest pê kir, piştre jî xêzkirina nexşeyeke erdnîgarî û dabeşkirina îdarî ji navçeyên di bin kontrola xwe de, avakirina yekeyên îdarî li gor dabeşkirineke nû, û derxistina yasaya hilbijartinan, û avakirina komîteyeke hilbijartinan, ji bo lidarxistina hilbijartinên xwecihî û şaredariyan ji bo xapandina gel û raya giştî ya cîhanê ku ev helbijartin rewa ne û ev nûner ji aliyê gelê Sûriyê ve li vê herêmê hatine hilbijartin.
Daxuyaniya Kombendê her wiha tekez kir ku hêz û kesayetên civyayî bi tundî van kiryarên neyasayî yên partiyeke neqanûnî red dikin û ew milîseke terorîst e, axa Sûriyê dagîr kiriye, kar ji bo parçekirina Sûriyê li gorî ajandeyên Partiya Karkerên Kurdistanê dike, ya ku wek rêxistineke terrorist tê dîtin.
Daxuyaniyê banga tevgereke lezgîn û berfireh kir ji bo rûbirûbûna hewldanên van milîsan ên lîstina bi erdnîgariya Sûriyê û yekîtiya wê ya niştimanî.
Daxuyaniyê Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞê bi tevahî berpirs dît di ber kiryarên van milîsên terorîst de, û bêdengiya wê li hember van kiryarên tawankarî yên li dijî Sûriyan û dewleta wan a azad û serbixwe, wek ronahiya kesk ji vê lîstika siyasî û yasayî re da zanîn.
Daxuyaniyê bang li civaka navdewletî, Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Dewletên Erebî kir ku bilez destwerdanê bikin ji bo rawestandina vê pirojeya xerab û metirsîdar, nemaze ku ew bi zelalî û eşkere hemû biryarên navdewletî yên girêdayî çareseriya siyasî li Sûriyê binpê dike, bi taybet biryara 2254.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekezî li ser nerewayî û metirsîdarbûna biryar û rêkar û yasayên li pey hev ji aliyê milîsên PYDê yên terorîst ve derketine kir, û tekezî li ser giringiya pabendbûna navdewletî bi serxwebûn û yekîtiya Sûriyê yekparçeyiya xaka wê û serweriya wê li ser tevahiya xaka wê kir.
Di heman mijarê de, Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî tekez kiribû ku ev hilbijartin di atmosfereke ne bêalî de pêk tên û encamên wan naskirî ne, bi awayekî ku kontrola PYDê ya li ser bingeha girêbesteke civakî ya îdyolojîk ava bûye biçesipîne, û tekez kir ku ew nerewa ne.
Herwiha Encûmena Hoz û Eşîrên Sûriyê di kongirê xwe yê ku vê dawiyê li gundewarê Helebê li dar xistbû de, redkirina hilbijartinên xwecihî yên bi nav, ên li herêmên di bin kontrola çekdarên PYDê yên li rojhilatê Feratê de tên lidarxistin, ragihandibû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî