Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Aktîvkirina beşdariya siyasî ya jinan.. Destpêkirina civînên Desteya Jinên Sûrî

June 7, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • Türkçe Nüsha
Aktîvkirina beşdariya siyasî ya jinan.. Destpêkirina civînên Desteya Jinên Sûrî

Sibeha îro Înê li bajarê Rihayê yê Tirkiyê, civîneke berfireh a xebatê ya ji aliyê Rêveberiya Jinên Sûriyê ve bi hevkariya Yekîneya Piştevaniya Aramiyê û bi amadebûna hevrêzkarên Girûpa Kar a Sendîka û Federasyonan, Girûpa Kar a Cizîrê û Firat, Girûpa Karûbarên Yasayî, Girûpa Kar a Penaber û Derbideran û Girûpa Kar a Rêxistinên Civaka Sivîl yên girêdayî Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li dar ket.

Ev komxebat di çarçoveya xebatên Desteya Jinan a Sûriyê de tê, ji bo berfirehkirin û zêdekirina beşdariya jinên Sûriyê di karûbarên giştî û bi taybetî di karê siyasî de. Bi riya aktîvkirina rola jinên Sûriyê û beşdarkirina wan di karên girûpên xebatê yên Hevbendiyê de. Û bi vê yekê beşdariya jinên Sûriyê di prosesên biryardanê yên di nava Hevbendiyê û girûpên wê yên kar û pêvajoya siyasî de zêde dibe.

Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî û çavdêra karê Desteya Jinên Sûriyê, Dîma Mûsa, tekez kir ku ev civîn dibe alîkar ji bo bicihanîna armancên Desteya Jinên Sûriyê û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi rêya berfirehkirina beşê civakê yê ku ew dixwazin bigihêjinê, ji bo hebûna jinên Sûrî di karûbarên giştî de, bi taybetî di proseya siyasî û xebata li ser asta navxweyî û herêmî de berfirehtir be.

Mûsa bal kişand ser wê yekê ku avakirina Desteya Jinên Sûriyê, ji ber nebûna hejmara jinên Sûriyê ya tê xwestin di nava Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de hat, û da zanîn ku avakirina Desteyê dibe alîkar ji bo berfirehkirina beşdariya jinên Sûriyê di nava Hevbendiya Niştimanî de, û çareserkirina kêmbûna hejmara nûnertiya jinan. Û bal kişand ser ku bêguman ev yek têra hebûna jinan di hemû desteyên siyasî de nake û mafê wan ê gihiştina cihên biryardanê bi temamî bicî nayine .

Mûsa diyar kir ku qonaxa yekem a destpêkirina Desteya Jinê ya Sûriyê, giringî da perwerdekirin û danasîna karê siyasî, derketina pêş medyayê, û pisporiyên din ên pêwendîdar. Û niha kar ber bi bihêzkirinê ve çûye, bi rêyên pratîk û têkiliya rasterast bi Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê re û tevlêbûna kar di nava komîteyên Hevbendiyê û girûpên wê yên xebatê de, ji bo gihandina dengê jinan û vekirina rê li ber tevlkirina hejmarek ji wan di nava refên Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî

Desteya Jinê

Desteya Siyasî

Tags: Desteya JinêDesteya Siyasî
ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Rehma komelkujiya Îsraîla dagîrker li kampa Nuseyrat a Gazzeyê şermezar kir

Rehma komelkujiya Îsraîla dagîrker li kampa Nuseyrat a Gazzeyê şermezar kir

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.