Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku vekirina dergehan di navbera deverên rizgarkirî û yên di bin kontirola rijêmê de, ew ji rijêma tawanbar û ya hatiye cudakirin û aboriya xwe rûxandî re, weke alîkariyeke rizgarkirina wê ye.
Piştî sernekeftina xebatên Rûsî di Kendava Erebî de bo piştgiriya rijêmê, Rûsiya bizavê dike ku ji sizayên li ser rijêma tawanbar hatine sepandin bireve, ew jî di riya vekirina dergehan li gel deverên rizgarkirî, ji bo ku pereyên biyanî bi dest xwe ve bîne, û piştgiriya rijêmê bike, û bandorên sernekeftina rijêmê di rêvebirina aboriya welêt de sivik bike, ji encama xerckirina jêderên welêt di cenga rijêma Esed ya hovane dijî gelê sûrî de.
Metirsiyên ewlekarî yên cidî ji encama vekirina dergehan li gel rijêma tawanbar hene, ji ber ku dibe keresteyên qedexe derbas bibin, û rijêm terorîstan û tirombêlên maynkirî bişîne deverên rizgarkirî, û gefên zêde bide ser jiyana xelkê.
Bi dirêjiya salên bûrî vê rijêmê sernekeftina xwe û tawanên xwe û têkçûna xwe di warê darayî û sincî de cesipand, û çênabe ku cîhan wê ji nû de di nav sîstema navdewletî de bipejrîne, ji ber ku çûna wê û sizakirina tawanbarên wê pir dûr nemaye.
Ev rijêma ku sûriyan dorpêç dike, û astengiyan ji jiyana wan re derdixe nemaze ji yên li deverên di bin kontirola wê de dijîn, û birçîbûna wan wek amûrekê bo mana xwe li ser desthilatê bikar tîne, û bi wî şêweyî zextê li cîhanê dike, daku ji nû de wê bi serxînin.
Em tevaya sûriyên ku li deverên di bin kontirola van girûpên çete de dijîn, han didin ku li dijî vê rijêmê derkevin, di riya giravên sivîl re yên ku dê ketina wê bilez bikin, û gelê me nêzîkî sûriya nû bike ya ku wê bibe welatê rûmetê bo tevaya sûriyan, û bi azadî û dadwerî û rûmet têde bijîn.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
26 adara 2021