Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku vekirina dergehan di navbera deverên rizgarkirî û yên di bin kontirola rijêmê de, weke alîkariyeke rizgarkirinê ye ji rijêma tawanbar re, ya ku ji aliyê navdewletî de hatiye cudakirin û aboriya wê têkçûye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de got ku Piştî sernekeftina xebatên Rûsî li Kendava Erebî bo piştgiriya rijêmê, Rûsiya bizavê dike ku ji sizayên li ser rijêma tawanbar hatine sepandin bireve, ew jî di riya vekirina dergehan li gel deverên rizgarkirî, ji bo ku pereyên biyanî bi dest xwe ve bîne, û piştgiriya rijêmê bike, û bandorên têkçûna rijêmê di rêvebirina aboriya welêt de ji encama xerckirina jêderên welêt di cenga rijêma Esed ya hovane dijî gelê sûrî sivik bike.
Û Hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de bal kişand ser ku Metirsiyên ewlehî yên cidî di vekirina dergehan li gel rijêma tawanbar hene, ji ber ku dibe keresteyên qedexe derbas bibin, û rijêm terorîstan û tirombêlên maynkirî bişîne deverên rizgarkirî, û gefên zêde bide ser jiyana xelkê.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê bal kişand ser ku bi dirêjiya salên bûrî vê rijêmê têkçûna xwe û tawanên xwe û têkçûna xwe di warê darayî û sincî de çesipand, û çênabe ku cîhan wê ji nû de di nav sîstema navdewletî de bipejrîne, ji ber ku çûna wê û sizakirina tawanbarên wê pir dûr nemaye.
Û daxwiyaniyê cext kir ku ev rijêma ku sûriyan dorpêç dike, û astengiyan ji jiyana wan re derdixe nemaze ji yên li deverên di bin kontirola wê de dijîn, û birçîbûna wan wek amûrekî bo mana xwe li ser desthilatê bikar tîne, û bi wî şêweyî fişarê li cîhanê dike, daku ji nû de wê bi ser bixînin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de tevaya sûriyên li deverên di bin kontirola van girûpên çete de dijîn, han dan ku li dijî vê rijêmê derkevin, di riya giravên sivîl re yên ku dê ketina wê bilez bikin, û gelê me nêzîkî sûriya nû bike ya ku wê bibe welatê rûmetê bo tevaya sûriyan, û bi azadî û dadwerî û rûmet têde bijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî