Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyeke sersaxiyê arasteyî Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şukrî kir, û têde germtirîn sersaxî bo gelê Misrê yê bira û hikûmeta wê derbarê bûyera parêzgeha ‘Sohac’ pêşkêş kir.
Û Elherîrî di nameyê de xemgînî û mixabînî derbarê vê bûyera biêş yeku têde du tirên li hev ketine anî ziman, û ji xwedayê mezin lav kirin ku wan qurbaniyan bi dilovaniya xwe hembêz bike û aramiyê bide xwediyên wan û saxlemiyê bide birîndaran.
Û Elherîrî ji yezdanê bilind daxwaza parastina Misrê kir, û xweda xêr û bêrê li ser gelê Misrî yê bira û miletên Ereb û misilman bidomîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî