Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
VETOyê Rusya dijî biryara dirêjkirina mîkanîzma derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê, tawanek e , û ew jî tevlî zincîra tawanên Rusya dermafê gelê Sûriyê dibe, û dijatiyeke beloq e ji vîna civaka navdewletî re.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Tawana Rusya ya nû a bikaranîna mafê redkirinê VETO dijî pirojeya biryara Dirêjkirina Derbaskirina Alîkariyên Mirovî bo Siviyên li Bakur Rojavayê Sûriyê şermezar dike, ji ber ku ew dibe egera metirsiyeke berçav li ser jiyana bimelyonan Sûriyên ku dikevin bin gefa nemana xwarinê û guhdana pêwîst.
Hevbendiya Niştimanî red dike ku alîkariyên mirovî yên pêwîst têkevin bin fişarên Rusya de, her cara ku dengdan çêdibe, nemaze ku Rusya aliyek e, û hevalbendê sereke yê rijêma Esed e, û bihezaran tawanên cengê li dijî gelê Sûriyê pêk anîne, û sedema sereke bû di koçberkirin û afrandina tirajîdiya gelê Sûriyê de, û bi vê VETOyê berdewamiya cenga xwe dijî bêgunehan diyar dike, piştî ku karê Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî pûç kiriye û tevaya pirojeyên mirovî yên ku dikarin derdeseriyên gelê Sûriyê sivik bikin bêencam hiştine.
Ji civaka navdewletî bi awayekî lezgîn tê xwestin ku çareyekê bibîne, û nehêle ku bobelateke mezin ya ku Sûrî rastiyê tên çêbibe, û jê tê xwestin ku mîkanîzmeke kartêker û herdem ya ku mafê jiyanê bo sivîlan li bakur rojavayê Sûriyê misoger dike, bibîne, û Hevbendiya Niştimanî daxwaza biryardana dirêjkirina alîkariyan di riya sînor re, di rêya Komeleya Giştî re bo paşxwehiştina fişarên Rusya û VETOyê wê kir, nemaze piştî ku xwe spartiye heman mîkanîzma biryara avakirina saziyeke serbixwe ya têkildarî windayên li Sûriyê di hezêrana bûrî de.
Hevbendiya Niştimanî balê dikşîne ser ku nayê pejrandin ku rê bo Rusya bête dayîn ku dosya mirovî veguherîne doseyeke siyasî ya danûstandinê û di rêya wê re fişarê bike, da ku hin destkeftiyan bo rijêma Esed pêk bîne, û ew bi hev re di tawanên cengê li Sûriyê û Okranya de beşdar in, û divê civaka navdewletî bi guherînên bingehîn rabe, da ku vê hêzê ji çarçoveya çêkirina biryarê dûr bixe, nemaze di dosyayên mirovî de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
12 tîrmeh 2023