Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Tawana Rusya ya nû ya bikaranîna mafê redkirinê VETO dijî pirojeya biryara Dirêjkirina Derbaskirina Alîkariyên Mirovî bo Sivîlên li Bakur Rojavayê Sûriyê şermezar kir, ji ber ku ew dibe egera metirsiyeke berçav li ser jiyana bimelyonan Sûriyên ku dikevin bin gefa nemana xwarinê û guhdana pêwîst.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku VETOyê Rusya dijî biryara dirêjkirina mîkanîzma derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê, tawanek e, û ew jî tevlî zincîra tawanên Rusya dermafê gelê Sûriyê dibe, û dijatiyeke beloq e ji vîna civaka navdewletî re.
Û Hevbendiyê daxwaza biryardana dirêjkirina derbaskirina alîkariyan di riya sînor re, di rêya Komeleya Giştî re bo paşxwehiştina fişarên Rusya û VETOyê wê kir, nemaze piştî ku wê bi heman mîkanîzmê biryara avakirina saziyeke serbixwe ya têkildarî windayên li Sûriyê di hezêrana bûrî de pesend kiriye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de red kir ku alîkariyên mirovî yên pêwîst têkevin bin fişarên Rusya de, her cara ku dengdan çêdibe, nemaze ku Rusya aliyek e, û hevalbendê sereke yê rijêma Esed e, û bihezaran tawanên cengê li dijî gelê Sûriyê pêk anîne, û sedema sereke ya koçberkirin û afrandina tirajîdiya gelê Sûriyê bû.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî, bal kişand ser ku Rusya bi vê VETOyê berdewamiya cenga xwe dijî bêgunehan diyar dike, piştî ku karê Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî pûç kiriye û tevaya pirojeyên mirovî yên ku dikarin derdeseriyên gelê Sûriyê sivik bikin bêencam hiştine.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de cext kir ku ji civaka navdewletî bi awayekî lezgîn tê xwestin ku çareyekê bibîne, û nehêle bobelateke mezin a ku li pêşiya Sûriyan çêbibe, û jê tê xwestin ku mîkanîzmeke kartêker û demdirêj a ku mafê jiyanê bo sivîlan li bakur rojavayê Sûriyê misoger dike, bibîne,
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku nayê pejrandin ku rê bo Rusya bête dayîn ku dosya mirovî veguherîne doseyeke siyasî ya danûstandinê û di rêya wê re fişarê bike, da ku hin destkeftiyan bo rijêma Esed pêk bîne, û ew bi hev re di tawanên cengê de li Sûriyê û Okranya beşdar in, û divê civaka navdewletî bi guhertinên bingehîn rabe, da ku vê hêzê ji çarçoveya çêkirina biryarê dûr bixe, nemaze di dosyayên mirovî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî