Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Komkujiya nû yaku rojnameya “Zeman Elwesil” a Sûrî eşkere kiriye, ya ku tê de bi dîdevanî û wêneyan kuştina 800 girtî li zindana navendî ya Helebê piştrast kiriye, nîşaneke dî ye û piştrastiyeke nû ye ku şêwaza rijêma esed ya tawankar yaku pir zor e bête guhertin diyar dike, û awayê danûstandina vê rijêmê bi girtiyên Sûrî re di girtîgehên wê de yên ku di rastiya xwe de “Qesabxaneyên Mirovan” in xuya dike.
Dîdevaniyên ku rojnameyê derbarê bidarvekirinên meydanî dermafê girtiyan an hiştina wan da ji birçîna û nexweşiyê bimrin belav kirine, hevdem in li gel dîdevaniyên berê yên ku ji aliyê “Qeyser” û bi sedên belgeyan ên ku kesin din eşkere kirine, hovîtiya rijêma Esed dijî her girtiyekî ku daxwaza azadî an piştgiriya şoreşa Sûriyê kiriye diyar dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza şopandina van belgeyên nû û şermezarkirina rijêma Esed li ser komelkujiyên Zindana Navendî ya Helebê ji Netewên Yekbûyî dike, yên ku beşek in ji zincîra tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê yên ku rijêma Esed pêk anîne – û hîn jî pêk tîne – berdewam in, bêyî rawestandina wê ji aliyê civaka navdewletî ve û dana mafê qurbaniyan.
Ev tawanên ku bi berdewamî tên eşkerekirin, bi awayekî zelal nîşan didin ku ev rijêma tawankar û hevalbendên wê kuştin û îşkencekirina hovane wek rêbazeke danûstandinê bi Sûriyan re bikar tîne, û her hewlek ji bo guhertina reftarên vê rijêmê windakirina demê û rêznegirtin e li qurbaniyên Sûriyê yên ku li benda dadmendiyê ne.
Hevbendiya Niştimanî cextiyê li ser pêwîstiya sizakirina berpirsên tawanan li dadgehên navdewletî dike, her weha pêkanîna veguheztina siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê 2254, û derfetekê bidin sûriyan ji bo avakirina Sûriya nû li ser bingeha dadmendî, azadî û rûmetê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
13 îlon 2022