Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, derbarê pêlên nû yên koçberiya sûriyan, tekez kir ku şêweyê danûstandina navdewletî bi dosya Sûriyê re ji aliyê siyasî û mirovî ve, trajediya gelê Sûriyê ya ku rijêma Esed berî yanzdeh salan di riya kuştina Sûriyan û koçberkirina wan ji bajar û bajarokên wan berve kampên li deverên ku jiyan lê nabe afirandiye gurtir kir, û beşdarî di çêkirina pêlên nû yên koçberî û penaberiyê de kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyniyeke rojnemevanî de, got ku rewşa mirovî ya dijwar ya ku piraniya xelkê Sûriyê li her deverên di bin kontirola rijêma tawankar û milîsên terorîst de têde dijîn , ji tunebûna ewlehiyê, nebûna kêmtirîn pêdiviyên jiyaneke birûmet û gefa herdemî ya kuştin û girtinê, ji bilî kişandina derdê şert û mercên dijwar ên ku derbider û koçber li deverên rizgarkirî ji ber bombebarana berdewam ji aliyê rijêmê û piştgirên wê û milîsên terorîst ve, li paş pêlên koçberiyê yên nû bûn.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku li gel zuwabûna piştevaniyê û negihîştina alîkariyên Netewên Yekbûyî bo hewcedaran û gefa berdewam ji aliyê rijêma Potîn ve, di riya bikaranîna VETO li Encûmena Ewlekariyê re, derbarê biryara berdewamkirina derbasbûna alîkariyên mirovî di riya sînor re, gelek ji Sûriyan berê xwe didin koçberiyê – tevî metirsiyên wê – daku ji dojeha Esed û Potîn birevin û jiyaneke rûmetdar peyda bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku sûrî hîn li gel trajediya xwe ya rojane li hemû deverên Sûriyê û li kampên awareyan li ber xwe didin, bi hêviya ku veguhestina siyasî pêk were, û rijêma Esed sizaya tawanên xwe bibîne, daku li mal û rizq û jiyana xwe ya normal vegerin, lê bêkêriya navdewletî bo berjewendiya rijêma Esed, û hewla normalkirina têkiliyan pê re ji aliyê hin hikûmetan ve, û piştguhkirina tawanên wê, guleya duyem bû ku arasteyî wan bû, daku hêviyan bi wan re nehêlin.
Û Hevbendiya Niştimanî dît ku civaka navdewletî berpisyariya berdewamiya têkçûna rewşa mirovî li Sûriyê hildigre, û dît ku ew hîn rewayê dide rijêma Esed ya tawankar di civakên navdewletî de, û bi sedên tawanên belgekirî li dijî sivîlan piştguh dike, û bêhelwestiya navdewletî jî handanek e ji rejîmê re, daku pilana xwe ya koçberkirin û guhertina demografîk yaku dikeve berjewendiya rijêma Îranê û milîsên mezhebî yên bi ser wê ve temam bike.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaz ji hemû dewletên cîhanê û tevaya gelên azad li her deverê kir, ku kar li ser piştgiriya veguheztina siyasî û cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 û piştgiriya sizakirina tawankaran û rawestandina piroseya awarebûnê û guhertina demografî li Sûriyê bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî