Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku Komkujiya nû yaku rojnameya “Zeman Elwesil” a Sûrî eşkere kiriye, ya ku tê de bi dîdevanî û wêneyan kuştina 800 girtî li zindana navendî ya Helebê piştrast kiriye, nîşaneke dî û piştrastkirineke nû ye ku şêwaza rijêma Esed ya tawankar yaku pir zor e bête guhertin diyar dike, û awayê danûstandina vê rijêmê bi girtiyên Sûrî re di girtîgehên xwe de yên ku di rastiyê de “Qesabxaneyên Mirovan” in xuya dike.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de, got ku dîdevaniyên ku rojnameyê derbarê bidarvekirinên meydanî dermafê girtiyan an hiştina wan da ji birçîna û nexweşiyê bimrin belav kirine, hevdem in li gel dîdevaniyên berê yên ku ji aliyê “Qeyser” û bi sedên belgeyan ên ku kesin din eşkere kirine, hovîtiya rijêma Esed dijî her girtiyekî ku daxwaza azadî an piştgiriya şoreşa Sûriyê kiriye diyar dike.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku ev tawanên ku bi berdewamî tên eşkerekirin, bi awayekî zelal nîşan didin ku ev rijêma tawankar û hevalbendên wê kuştin û îşkencekirina hovane wek rêbazeke danûstandinê bi Sûriyan re bikar tînin, û her hewlek ji bo guhertina reftarên vê rijêmê windakirina demê û rêznegirtin e li qurbaniyên Sûriyê yên ku li benda dadmendiyê ne.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaza şopandina van belgeyên nû û şermezarkirina rijêma Esed li ser komelkujiyên Zindana Navendî ya Helebê ji Netewên Yekbûyî kir, ew tawanên ku beşek in ji zincîra tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê yên ku rijêma Esed pêk anîne – û hîn jî pêk tîne – hîn berdewam in, bêyî rawestandina wê ji aliyê civaka navdewletî ve û dana mafê qurbaniyan.
Û Hevbendiya Niştimanî cextî li ser pêwîstiya sizakirina berpirsên tawanan li dadgehên navdewletî kir, her weha pêkanîna veguheztina siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê 2254, û derfetekê bidin sûriyan ji bo avakirina Sûriya nû li ser bingeha dadmendî, azadî û rûmetê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî