Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tiştê ku Ajansa Spotnîk ya Rûsî gotiye red kir, û tekez kir ku helwesta Tirkiyê ji şoreşa Sûrî û piştevaniya daxwazên gelê Sûriyê di pêkanîna azadî, rûmet û demoqrasiyê de neguhêr e.
Û Elmislit got ku ew nûçe nedirust e, û ti gotinên bi vî awayî ji hêla ti berpisyarê Tirkî derbarê me nehatine der, û tekez kir ku ti dirustiya nûçeyên li vê dawiyê li ser Hevbendiya Niştimanî belav bûne tune ye.
Û Elmislit careka dî tekez kir ku civatên vê dawiyê li gel berpisyarên Tirkiyê erênî bûn, û di çarçoveya hevrêzkarî û hevkariyê de bûn, daku bighêjin çareya siyasî li Sûriyê li gorî biryarên Encumena Ewlekariyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254.
Û diyar kir ku têkliya Hevbendiya Niştimanî li gel Tirkiyê bihêz û neguhêr e, û berovajî tiştê ku belav dibe, Hevbendiya Niştimanî hebûna xwe li Tirkiyê di riya vekirina ofîsên nû re li hejmarek ji îyaletan – nemaze li Enqerê paytexta Tirkiyê- bêhtir kir, bi armanca çalakkirin û berfirehtirkirina têkliyên navdewletî li gel şanderên diplomatîk û beşdariya di vekirina pencerên pêwendiyên nû de li gel nûnerên dewletên dostê şoreşa Sûriyê, her weha ji bo serpereştiya karûbarên yasayî yên penaberên Sûrî li Tirkiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî