Daxwiyaniyeke Rojnamevanîd
Hevbendiya Niştmanî pêşwaziya xistina girûpên Hosî di nav lîsteya terroristiyê de dike, ji ber ku pêngaveke pêwîst e û çaverêkirî ye ji bo dorpêçkirin û birîna destekên rijêma Îranî li deverê.
Doseya Girûpa Hosî ya teroristî bi tewanên dermafê gelê Yemenê mişt e, di riya wêrankirina berhemên şoreşa Yemenê ya aştiyane ji aliyê vê girûpa teroristî ve, û lîstina wê bi pirosesa siyasî û karê wê di bin ejendeya Îranî de, her weha dijminkariyên li pey hev yên ku girûpa Hosî li ser bajar û avahiyên bazirganî li Erebistana Siûdî pêk anîne, û gefên wê yên berdewam li ser ewlehî û tevgera bazirganî li deverê û jikarêxistina wê.
Wezareta Derve ya Emrîkî di daxwiyaniya xwe de diyar kir ku, sê kes ji rayedarên Girûpa Hosî di nav de Ebdulmelek Elhosî dê li ser lîsteya terorê bin, û Wezareta Gencîneya Emrîkî roja înê ceza li ser Serokê Milîsên Heşda Şebî yaku Zêrevanên Şoreşgerî ya Îranî piştgiriya wê dike sepand.
Hevbendî tekez dike ku tevaya milîs û girûp û rêxistinên wek wan û rayedar û kesayetên pêve girêdayî divê têkevin nava wê lîsteyê, û divê werin şopandin û jêderên darayî ji ser werin birîn, û fişarên navdewletî li gorî mîkanîzmên hevbeş û bi bandor li ser rijêmên siponseriya wan dikin xurt bibin, û rê li pêşiya hewlên wê yên berdewam derbarê reva wê ji sizayan were birîn.
Rewş li Yemenê û Sûriyê û deverê bi awayekî giştî hewcedarî avakirina helwesteke navdewletî ya hevbeş e li gorî biryar û yasaya navdewletî, daku kar li ser sitandina tevaya pêngavan ji bo rûbirûbûna rijêma Îranî bike, û tewanên wê rawestîne, û rola wê ya wêrankirin û rûxandinê yaku li deverê bi giştî û li Sûriyê û Yemenê bi awayekî taybet bidawî bike, li rex sepandina çareya siyasî û vegerandina aramiyê li hemû deverên ku rijêma Îranî bi desttêwerdana xwe armanc dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
11 kanûna paşîn 2021