Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî piştgiriya xwe bo serhildana gelêrî ya berdewam li parêzgeha Siweyda ya li dijî rijêma Esed û siyasetên wê yên ku bûne sedema têkçûna rewşa jiyanê li parêzgehê û hemû deverên Sûriyê tîne ziman, ew rijêma ku çavkaniyên welêt radestî dagîrkerên ku ji bo kuştin û tepeserkirina gelê Sûriyê anîne kirin.
Bangên xelkên ku daxwaza ruxandina rijêma Esed dikin, tevî metirsiyên dezgehên ewlekarî yên hov yên ku wan dorpêç dikin û bi awayekî rasterast destêwerdanê ji bo tepeserkirina xwepêşandanan dikin, daxwaza gelê Sûriyê bo azadî û rizgariya ji rijêma tawankar diyar dike, û tekez dike ku rijêma Esed nerewa ye û nûnertiya Sûriyan nake.
Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî xwest ku xwepêşandanên gelêrî li Siweydayê paşguh neke, û berepêkan û sistbûnê derbarê dosya Sûriyê rawestîne, û bizavê bi awayekî vebir û cidî bo pêkanîna veguhastina siyasî li gorî biryarên navdewletî bike, û tirajîdiya gelê Sûriyê rawestîne, û hêviyên wî bo avakirina dewleta azadî û rûmetê dûrî rijêma Esed û sembolên wê pêk bîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
4 Berfanbar 2022