Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro salvegera yazdehemîn a Komkujiya Çemê Qweiq a li bajarê Helebê pêk hatibû ye, ku tê de zêdetir ji 200 welatiyên sivîl şehîd ketin, zarok jî di nav wan de hebûn, li bal rêjîma Esed girtî bûn. Ev yek ji komkujiyên herî hovane ye ku li dijî xelkê bêguneh di dema şerê rijêmê yê dijî gelê Sûriyê de pêk hatiye.
Ev komkujî nîşaneke eşkere ye li ser awayê dan û standina rêjîma Esed bi girtiyan re, ji ber ku wê laşên kesên ku bi dar vekiribûn an di bin eşkenceyê de kuştibûn di riya çem re ji deverên di bin kontrola xwe de ber bi deverên serhildanê de şandibûn, û nîşanên kuştina bi guleyan bi awayekî meydanî û îşkenceya hovane û serederiya xerab di dema binçavkirinê de li ser laşên wan hebûn.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku tawana hovane ya komkujiya çemê Queiq, bi bûrîna demê re nayê tunekirin û tawankar bêsiza namîne, herweha bi hezaran tawanên cengê yên din jî yên ku rêjîma Esed û piştgirên wê li dijî xelkê bêguneh pêk tînin, ji bo tirsandina şoreşgeran, bêyî ku guh bidin nirxên mirovî û yasa û peymanên navdewletî yên li dijî îşkencekirina girtiyan.
Rêjîma Esed sûd ji xemsariya navdewletî û nebûna berpirsiyariyê wergirt, û ew xwe dispêre astengkirina alîgirên xwe ji her biryarekê re ku bandorê di Encûmena Ewlekariyê de lê dike, Ji bo pêkanîna tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê li dijî Sûriyan bi awayek bêtir, û vê yekê baweriya malbatên qurbaniyan bi karîn û niyeta civaka navdewletî ji bo pêkanîna dadweriyê lawaz kiriye, ji ber vê yekê, Hevbendiya Niştimanî daxwaza paydakirina mîkanîzmin kartêker ku dawî li xitimîna ku di Encumena Ewlekariyê de derbarê Sûriyê li paş xwe bihêle, û dadwerîyê ji qurbaniyan û malbatên wan re li Sûriyê dabîn bike, û daxwazên tevahiya gelê Sûriyê pêk bîne, di riya cîbicîkirina biryara 2254 re, ji bo avakirina dewleta yasa, dadperwerî, azadî û demokrasiyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
29 kanûna paşîn 2024