Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, tekezî li ser giringiya berdewamiya sepandina sizayên navdewletî li ser rêjîma Esed kir, ji ber ku ev yek dê rê li ber reva rêjîmê ji sizayan bigire.
Berekat di daxuyaniyeke rojnamevanî ya taybet de ji Noon Post re, got ku Hevbendî pêşwaziyê dike li sizayên ku Yekîtiya Ewropî li ser rêjîmê û destekên wê yên aborî ferz dike, ew aliyên ku fînanseya tawanên wê yên berdewam li dijî sivîlan dikin.
Berekat bal kişand ser wê yekê ku sizadana rijêmê tekezî ye li ser berdewamiya rêbaza nêzîkbûna Ewropayê ji dosyaya Sûriyê û got: “Di van demên dawî de me hin sarbûn ji aliyê Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ve derbarê derxistina lîsteyên sizayan li dijî rijêmê dît, ku derfetek da rijêmê ji bo alî û kesayetiyên nû peyda bike û di riya wan re ji sizayan bireve, ji ber vê yekê lîsteya nû giring e.”
Berekat tekezî li ser guhdana Hevbendiya Niştimanî bi giringiya sizayan û rola wan kir, û hêviya xwe anî ziman derbarê ku ew siza pirosesa siyasî pêşde bibin, û gereke ne li ser hesabê sûriyan be li navçeyên rêjîmê, ji ber ku rêjîma Esed hertim barên cezayan tavêje ser milê Sûriyan.
Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî