Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Behcet El-Etasî, gurkirina leşkerî ya berdewam a rêjîma Esed û hevalbendên wê li dijî sivîlan li bakurê Sûriyê ku di encamê de qurbanî çêbûn û zarok jî di nav wan de hebûn şermezar kir.
El-Etasî tekez kir ku rêjîm bi yekcarî xema yasa, peyman, biryar û mafên mirovan ên navdewletî naxwe, û da zanîn ku sedema vê yekê ew e ku civaka navdewletî sist e derbarê cîbicîkirina kar û erkên ser milê Netewên Yekbûyî di warê parastina sivîlan û ewlehî û aştiya navdewletî de.
El-Etassî daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û nûnerê taybet ê navnetewî ji bo Sûriyê kir ku van êrîşên hovane şermezar bikin û bi zelalî berpirsên wan eşkere bikin, û bang li civaka navdewletî kir da bizavê bike ji bo berpirsyarên tawanan dadpirsîn bikin û bi hemû rê û rêbazan fişarê bikin ji bo cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar bi taybetî biryara 2254 (2015).
Duh, Yekşemê, Berevaniya Sivîl a Sûriyê kuştina zarokê bi navê Ebdulla Heyder (15 salî) û birîndarkirina zarokekî din ragihand, di encama armanckirina hêzên rejîmê ji wan re bi awayekî rasterast, di dema ku wan karê çinîna kumikan dikirin li zeviyên çandiniyê yên bajarokê Me’eret el-Naasan li gundewarê Idlibê.
Herweha Berevaniya Sivîl got ku Ebdullahê zarok berî salekê ji teqîna bermayên şer rizgar bibû dema ku li bajarokê xwe Me’eret el-Na`san dilîst, piştî ku bi giranî birîndar bibû.
Çalakvanan gotin ku bajarokê Teqad li gundewarê rojavayê Helebê, rastî êrîşên mûşekî yên hêzên Esed hat, bê ku agahî derbarê ziyanan hebin, herweha gundewarê başûrê Idlibê jî rastî topbarandineke bi heman rengî ji aliyê hêzên Esed ve hat, û gundên Kansafra El-Bera, Benîn û El-Fatira kirin armanc.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî