Hevrêzkarê Girûpa Karê Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ehmed Bekûra, tekez kir ko kampaniya ewlekarî ya bi serpereştiya desthilatên Libnanî li dijî penaberên Sûrî, jiyana wan dixe rîskê de û wan tûşî metirsiya mirinê dike, û tekezî li ser pêwîstiya rawestandina vê kampanyê û pabendbûna bi qanûn û rewiştên navneteweyî yên ku mafên penaberan garantî dikin kir.
Bekûra bal kişand ser wê yekê ku amarên derbarê kampaniyên derbiderkirina penaberên Sûrî ji Libnanê bo deverên rêjîma Esed tirsnak in, û pirsî û got : gelo dê çarenivîsa van penaberan çawa be, û berpirsatiya desthilatên Libnanî li hember tiştên ku hatine serê wan çi ye?
Bekûra diyar kir ku çênabe sûriyên piştî sala 2011’an ji welatê xwe derketine wek koçber werin dîtin, lêbelê ew li gor yasaya navdewletî penaber in, û tevaya gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên nijdî, olî û cografî ve dikevin ber vê pîvanê de. Ew kes ji ber rewşa cengê ji bo parastina jiyana xwe neçer bûne ku ji welatê xwe birevin.
Bekûra rexne li netewên yekgirtî kirin derbarê rola wê ya sist li hember penaberên sûrî li Libnanê, û ev yek wek destpêkeke metirsîdar nirxand, ji ber ku berpirsiyariyeke mezin li ser milê wan heye ji bo parastina penaberan û nehiştina dersînorkirina wan ber bi deverên rêjîma Esed de, rijêma ku bê rawestan tawanan dijî sivîlan pêk tîne, çi bi bombebarankirinê be an girtin û işkenceya ta mirinê be.
Bekûra got ku ji ber tirsa penaberan ji tolhildana Beşar Esed, gelek ji wan sedemên rastîn ên reva ji malên xwe û xwetûşkirina riskê li ser riyên penaberiyê eşkere nakin, ku ev yek wan dixe ber metirsiyên bidestnexistina parastina navdewletî, lê nezanînana penaberan bi yasaya navneteweyî û hûrgiliyên wê, civaka navneteweyî ji bar û erkên wê yên li hember wan bêberpirsyarî nahêle.
Hewildanên gunehbarkirina penaberên sûrî û sepandina fişaran li ser wan an tirsandina wan, nabin rêgir li pêşiya koçberbûna sûriyan, ji ber ku tawanên Esed tundtir û xerabtir bûne, û ev kiryar nahêlin penaber vegerin. Çare di temamkirina prosesa siyasî ya li gor biryara navdewletî ya 2254 de ye.
Duh, duşemê, Navenda Wisûl ya Mafên Mirovan (ACHR), raporek lêkolînî weşand, tê de hûrgiliyên kampaniya ewlekarî ya bêserûber ku ji aliyê desthilatdarên Libnanî ve bi armanca dersînorkirina bi darê zorê ya penaberên Sûriyê ji Libnanê di sala 2023an de eşkere kirin, û got ku hejmara girtiyên keyfî yên ku bi zorê bo Sûriyê hatine dersînorkirin ji destpêka sala 2023 heta 30ê kanûna pêşîn a heman salê 763 ye.
Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî