Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî duhî, Sêşemê, çalakiyek li Navenda Çandê li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê li dar xist, bi boneya yazdemîn salvegera Komkujiya Çemê Qwêq a ji aliyê hêzên rêjîma Esed ve dijî sivîlan li taxa bajarê Bustan El-Qesr ya Helebê pêk hatibû.
Di çalakiyê de endamên Hevbendiya Niştimanî, wezîrên hikûmeta demkî ya Sûriyê û nûnerên çalakiyên şoreşgerî û sivîl, sendîka û komele amade bûn, her weha şahidên komkujiyê, yên ku behsa bûyerên komkujiyê û beşdariya xwe di derxistina laşan ji çem de kirin.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Es’ed Elîto gotara Hevbendiya Niştimanî pêşkeş kir, tê de tekezî li ser pabendbûna Hevbendiya Niştimanî bi karkirina li ser hemû astan kir ji bo Hesab ji tawankarên vê komkujiyê û hemû tawanên ku di salên borî de li Sûriyê hatine kirin bixwaze, û edaletê ji qurbaniyan re dabîn bike û daxwazên gelê Sûriyê yên azadî, rûmet û demokrasiyê pêk bîne.
Û bal kişand ser wê yekê ku Komkujiya Çemê Qwêq yek ji bihezaran tawanên rêjîma Esed e li dijî Sûriyan, bi taybetî dijî girtiyan, û nîşaneke zelal e li ser serederiya hovane û terorîstî ya vê rêjîmê bi piştgir û piştevanên xwe re di şerê wê yê dijî kesên doza azadîyê dikin yan jî xwedî bîr û bawerîyên sîyasî yên li dijî rejîma serkutkirin û zordarîyê ne.
Û tekez kir ku xemsariya navdewletî di danûstandina bi dosyeya Sûriyê re, û sistbûna Netewên Yekbûyî û rêxistinên wê bi serkêşiya Encûmena Ewlekariyê û nekarîna pêkanîna pêşketineke berçav, rêjîma Esed han da li ser pêkanîna binpêkirinin hovanetir li dijî gelê Sûriyê ji salên berê de û heta îro.
Hêjayî gotinê ye ku xelkên devera Bustan el-Qesr li bajarê Helebê roja 29ê kanûna paşîn a 2013an sibehê, li ser dîmeneke hovane û sosretî şiyar bûn, dema ku bi dehên laşan li kenarên çemê “Qiwêq” ê ku di devera wan re derbas dibe dîtin, piştî ku hêzên Esed di wê demê de rojavayê bajêr kontrol kiribû.
Niştecihan bêtir ji 200 laşî ku zarok jî di nav wan de hebûn derxistin, û ew derxistin heta 13ê heyva adara 2013an dom kir. Dest û lingên qurbaniyan girêdayî bûn, û nîşanên îşkenceyê li ser laşên wan hebûn, ew işkenceya berî ku li meydanê bi guleyên di serî de bên kuştin. Serê hinan ji wan bi kîsên naylonî hatibûn pêçan û hinên din dev û çavên wan bi lezaqên pehn girtîbûn û piraniya laşan nû miribûn .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî