Duh, Sêşemê, serokê desteya danustandinên Sûriyê Bedir Cemûs, li nivîsgeha Yekîneya Encûmena Xwecihî li bajarê Ezazê, bi grûpek ji ciwan û xwendekarên sûrî re pêvajoya siyasî û astengiyên ku Rêjîm derdixe ji bo nehiştina pêşveçûnê di vê dosyê de gotûbêj kirin.
Cemûs tekezî li ser pabendbûna Desteyê bi helwestên xwe û cîbicîkirina tam ji biryarên navdewletî re bi taybetî biryarên 2254 û 2118 kir, û cextî li ser giringiya rola ciwanên Sûriyê di avakirina paşerojê de li ser asta siyasî, zanistî, ramngîrî û civakî kir.
Û got : “Em hêviyên mezin bi asta bilind û hişyariya siyasî ya li bal xwendekarên zanîngehan heye girêdidin, û em ê pir guhdar bin ku rola wan di proseya siyasî de hebe.”
Di hevdîtinê de li pirsgirêkên ciwan û xwendekaran li Bakurê Sûriyê û astengiyên ku tên pêşiya wan guhdarî kir, û wan nêrînên xwe yên li ser çareseriya siyasî û pêşniyarên xwe yên têkildarî vê mijarê pêşkêş kirin.
Serokê Desteyê bal kişand ser rola ciwan û xwendekarên sûrî yên hişyar, ên ku tevî şert û mercên dijwar ji dil û can xwendina xwe berdewam dikin, û tekez kir ku nifşê ciwanan paşeroja Sûriyê ye, û ew hevkarên rastîn in di çareseriya siyasî de, û tekezî li ser avakirina mekanîzmayeke berdewam a herdemî ji bo danûstandina bi wan re kir.
Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî