Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Gelê Sûriyê di dirêjahiya neh salan ji temenê şoreşê de; nimûneyên balkêş ji xweragiriya li hember alavên leşkerî yên rêjîmê pêşkêş kirin, tevî bikaranîna balefirên cengê û yên helokûpter û çekên kîmawî û bermîlên teqîner, û tewanên girtin û îşkencekirin û dorpêçkirin û koçberkirinê jî bi ser de.
Lewaztirîn dijminê gelê Sûriyê Beşar Elesed bû, lê wî sitemkarî xwe sipart siponserên xwe ji bo wî ji hêrsa gel biparêzin, û destêwerdana îranê ya yekser hat, lê ew û milîsên wê yên derbasî sûriyê bûne biser neketin, û di pey re dijminkariya rûsiya ya yekser hat, û balefirên dagîrkerê Rûsî bûn hevkar di kuştin û koçberkirinê de û kete rêza dijatiya gelê Sûriyê, yê ku ji bilî vîna jiyaneke azad û birûmet wek hemû gelên cîhana pêşketî ti hêza wî tune ye, lê Rûsiya di vemirandina vîna gelê Sûriyê ya bo rizgarî û serxwebûnê biser neket.
Gelê Sûriyê û şoreşgerên wî bêyî veguhêzeke siyasî ya tekûz û dûrxistina tewanbaran ji postê desaletê razî nabe, herweha radestkirina wan ji bo dadgeha dadmendiyê, û ti nirxê biryarên navdewletî nîn in ger vîneke navdewletî ya rasteqîn wan biryaran cîbicî û ferz neke, û rewşa îro ji hemû demên berê guncayîtir e.
Em tînin ziman ku hîn derfet ji bo piştevaniya kesên bindest heye, di riya rakirina sîwanê ji ser rêjîma kujer, û qewitandina wê ji saziyên navdewletî, û piştgiriya azadxwazên Sûriyê jibo rûxandina rêjîmê, û nehêlin ku pirojeyên dagîkerê Rûsî û yên îranê di berfirehkirina kîn û mezhebîyetê de biser bikevin.
Erk e li ser milê her kesekî azad li vê cîhanê; bi rêzdarî û çavekî mezin li vî gelê gewre binêre, yê ku giyanê xwe ji bo azadî û rûmetê erzan dît, û rêjîma kujer her dem wî dikuje, û rastî pilanên siponserên rêjîmê hatiye, û tevaya cîhanê xwe ji ber daye alî, lê tevî wê jî ji rêya rizgarî û serxwebûnê derneket.
Girtiyên me yên qehreman di zindanên rêjîmê de ji salan de di rewşeke dijwar de dijîn, lewra divê ku hemû şiyan û karîn bêtin kirin ji bo bidawîkirina êş û azarên wan, emê di danîna doza wan di serê lîsteya pêdviyên xwe de berdewam bin, û bihêlin ku aliyên navdewletî û saziyên mafnasî berpisyariyên xwe derbarê wan hilgirin.
Kes wekî gelê Sûriyê ji azadiyê hez nake, wan sala nehemîn ji şoreşa xwe bo bidesxistina dewleteke demoqrasî temam kir, daku ewlehî û azadî û rûmetê ji bo hemû welatiyan misoger bike, tevî bihabûna nirxê ku tê dan, ew hîn di xewin û armancên şoreşê de berdewam in.
Belê silav li vî gelê mezin, yê ku hîn xweragir e û ber xwe dide, û bo rêça şoreş û mafê xwe dixebite. Em destên wan qehrem û şervanên nediyar li hemû meydanên karê şoreşgerî û leşkerî û mirovahî û hawarçûnê û civakî bilind dinrxînin, herweha hemû sektorên din ên fêrkirin û xizmetkariyê, di dema ku mêr û jinên Sûriyê li kêlek hev radiwestin ji bo xebat û hevkariya ji bo biserxistina şoreşê û cîbicîkirina armancên wê.
Her cangoriyek di rêça şoreşa pîroz de; wê ronahiyek nû be ji rêça azadiyê re, û wê bihêle ku gelê Sûriyê di xebata xwe de berdewam be, ta gihiştian Sûriya nû.
Şikodarî ji qehremanên vê şoreşê û yên li kêleka wê sekinîne re, nemirbûn ji şehîdan re, azadî ji girtiyan re, saxbûn ji birîndaran re, bijî Sûriya, û gelê wê yê azadîxwaz.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
15 adar 2020