Çar Dewletên Endam di NATOyê de, Amrîka, Birêtaniya, Firansa û Almaniya, duh duşembê, daxwiyaniyeke hevbeş bi boneya bîranîna salane ya şoreşa Sûriyê derxistin, û tê de daxwaza rawestandina komelkujiyên ku rêjîm û siponserên wê pêktînin kirin.
Û di daxwiyaniya hevbeş de hat ku gelê Sûriyê berî 9 salan ji bo daxwaza mafê xwe yê rewa derket, lê rêjîma Esed bi tundî û îşkencekirin û girtina bêserûber bersiva wan da, û daxwiyaniyê cext kir ku herçar dewlet wê ji pêre daxwaza lêpirsînê li gel rêjîmê li ser tewanên pêk anîne bikin.
Û daxwiyaniyê daxwaza rawestandina êrîşên asîmanî û bermîlên teqîner û çekên kîmawî ji rêjîmê kir, û got ku ” êrîşên leşkerî yên neberpirsyarane ji aliyê rêjîmê û Rûsiya û Iranê ve, êş û azar û kêşe hîn zêdetir kirin, ji ber ku avahiyên jîndariyê û yên mirovahî û bijîşkî û tîmên alîkariya sivîlan wêran kirin”.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku êrîşên bi piştgiriya rûsiya û îranê li ser parêzgeha idlibê li bakur rojavayê welêt, bû sedema derbiderbûna milyonek kes, û cext kir ku pêwîst e berdewamiya agirbesta ku enqere û rûsiya gihîştiniyê dabîn bibe.
Di heman mijarê de wezîrê derve yê Emrîkî, Mike Pompeo, di daxuyaniyekê de di riya tiwêterê re got ku ” berî 9 salan, gelê Sûriyê dest bi xwepêşandinên aştiyane kir, û têde daxwaza danpêdana bi mafên xwe yên sereke û rûmetê kirin, û got ku gelê Sûriyê hêja ye ku jiyaneke bêyî êrîşên asîmanî, êrîşên kîmawî, girtin, birçîkirin û îşkencekirinê bijî”.
Şoreşa sûriyê derbasî sala xwe ya dehemîn bûye, û 9 salên ji kuştin û wêrankirinê li ser destê rêjîma Esed û siponserê wê li şûn xwe hiştin, rêjma ku ji destpêkê de xwe spartiye çareya leşkerî ya xûndar, û di navbera wan salan de bi sedhezaran sivîl kuştin, û operasyonên leşkerî yên rêjîm û siponserê wê yê Rûsî li bakurê rojavayê Sûriyê bû sedema derbiderbûn û koçberkirina bisedhezaran sivîlên bêguneh.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî