Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di rojeke sêşemê weke îro de, di 15 adara wê demê de, girûpek ji keç û lawên sûrî yên leheng li kolanên Şamê digeriyan, û dengê xwe bi siloganên azadiyê bilind dikirin, û hêviyên gelê Sûriyê yên rizgarbûna ji rijêma stemkar û hikumdariya malbata zordar tanîn ziman, di dema ku hêzên ewlekariya rijêmê zarokên Deraa digirtin û eşkence dikirin, ew zarokên gotinên dijî rijêma Esed li ser dîwarên dibistanên xwe nivîsandibûn, û di wê katê de şoreş dijî rijêma diktator û stemkar ragihandin, û rijêmê bersiva wan bi girtin û işkence û serkutkirinê da.
Çalakvanan îna rûmetê di 18 adarê de ragihand, û gelê Sûriyê jî bersiva qedera xwe da, daku ji stemkarî û zordarî û desthilatdariya ewlekarî rizgar bibe, û xwepêşandan ji hejmarek mezin ji bajarên Sûriyê wek Şam û gundewarên wê, Deraa, Humis, Banyas û Dêra Zorê bi rê ketin, û şoreşa Sûriyê ya gewre ji wê dîrokê de bê rawestan dest pê kir.
Pakrewanên pêşîn di xwepêşandanên wê rojê de li Deraa Elbeled yaku rijêma Esed bi guleyan li hember xelkê wê derketibû ketin, û xwîna paqij rijiya û hestên sûriyan yên azadî û rizgariyê gurtir bûn, daku ji rijêma ku ji kuştin û xwînrijandinê pêve tiştekî nizane rizgar bibin, rijêma ku gule û fîşek tenê ji bo rûbirûbûna xwepêşanderên bêçek têrê nekirin, lêbelê bi topxane û bermîlên teqîner û mûşekên balistî û di pey re bi çekên qedexekirî wek napalim û gaza kilor û ya sarîn ên kîmawî bersiva wan da, û hejmara qurbaniyan gihîşte zêdetir ji melyonek pakrewan.
Têkçûna rijêmê û bêhêvîmana wê, hişt ku ew alîkariyê ji Îranê û Milîsên Hizbullaha terorist di cenga xwe ya dijî gelê Sûriyê de bixwaze. Ew milîs li ser destê şorşgerên Sûriyê û mêrxasên wê têk çûn, wê jî hişt ku rijêm berê xwe bide Rûsiyê, yaku dest bi dijminkariyeke leşkerî ya hovane dijî gelê Sûriyê û şoreşa wî kir, û bû sedema ku bêhtir ji nîvê sûriyan ji bajar û gundên xwe koçber bibin, lê dîsa rijêm di vemirandina çirûska şoreşê de biser neket, û nikarîbû bihêle gelê Sûriyê dest ji daxwazên xwe berde, û di serî de daxwaza ruxandina rijêma tawanbar.
Di agirê van bûyeran de, civaka navdewletî weke aloziyeke li welatekî dûr vêketiye li gel şoreşê dida û distand, ne weku agirekî li zeviyeke derdorê vêketî be, û pêre li gorî rêbaza rêvebirina aloziyê ne çareserkirina wê kar kir, ew jî bû sedem ku hejmara qurbaniyan û ziyanan li sûriyê mezin bibe, lê pişt re ziyan giha civaka navdewletî bi xwe li ser gelek astan, û em vê dawiyê dibînin ku Rûsiya dijminkariya xwe dibe ser Okranya wek welatekî li ser sînorê Uropayê, û gefan li aştiya cîhanî dixwe û amaje bi bikaranîna çekên otomî dike.
Bijardeyên civaka navdewletî yên şaş û helwestên wê yên sist bûn sedema çêbûna hejmarek mezin ji bobelatan li Sûriyê û deverê û cîhanê, lê derfet hîna li pêşiya tevayan heye, di riya pêşdeçûna di bijardeyên durust de û piştgiriya rasteqîn û cidî ji gelê Sûriyê û hêzên wî yên leşkerî û siyasî re, ji bo ku desthilatdariya stemkarî û terorê ya rijêma Esed û sponserên wê yên Îranî û Rûsî bidawî were, û dewleta sivîl û demuqrat ya kartêker û erênî li ser asta deverê û cîhanê ava bibe.
Îro ji hemû deman bêhtir ji cîhanê tê xwestin ku bi durustî li kêlek gelê Sûriyê yê ku hejmara qurbaniyên wî gihîştiye asîmanan rawestin, û ji wan tê xwestin ku sîwana rewayê ji ser rijêmê hilînin û wê ji tevaya saziyên navdewletî biqewtînin, û piştgiriya azadîxwazên Sûriyê di xebatên dijî rijêmê de bikin, û pirojeyên Rûsiya yên ku dixwaze rijêmê bi ser bixine û jinûde wê çalak bike têk bibin, û rûbirûyî pilanên rijêma Îranî ya kirêt yaku dixwaze nefret û mezhebiyê belav bike rawestin.
Îro bîranîna yanzdemîn ya şoreşa Sûriyê di ser mer re derbas dibe, û em bi hêvî ne ku ev sala dawî ya penaberî û derbiderî û girtin û koçberkirin û peyketin û îşkencekirina gelê Sûriyê be, û cejna şoreşê ya dahatî bi ser me de were, hêviyên gelê Sûriyê yê gewre di azadî û dadwerî û rûmetê de pêkhatî bin, û me karîye veguhestina siyasî bicî bînin, û ev rijêma sîxwir hilanîbe û hêzên dagîrker qewitandibin, û em tevde li meydanên Sûriyê ahengên azadiyê lidar bixin.
Şkodarî ji qehremanên vê şoreşê û yên li kêleka wan rawestîne re, nemirî ji pakrewanan re,
azadî ji girtiyan re, û saxlemî ji birîndaran re.
Bijî Sûriya serxwe û axad, bijî gelê wê yê azad û xweşewîst.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
15 adar 2022