Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Sûriya ku alfebeya xwe ji mirovatiyê re pêşkêş kiriye, zarokên wê îro derdeseriya bobelata belavbûna nexwenabûnê û rûxandina pirosesa fêrkirinê bi tevaya alavên xwe dikşîne.
Di roja navdewletî ya tunekirina nexwendabûnê yaku di 8 îlonê de ye, gelek ji dewletên cîhanê bi boneya ruhabûna ji nexwendabûnê ahengan lidar dixin, hîn bi milyonan zarokên Sûriyê ji mafê fêrbûnê bêpar in.
Rijêma Esed bi piştgiriya Rûsî û Îranî dibistan ruxandin, û mamoste û xwendekar kuştin û koçber kirin.
Zarokên me li derveyî dibistanan in, di demeke bobelatî de dijîn, pêşeroja wan nediyar e, bêyî ku hînî zanistiyê bibin daku li hember astengiyên jiyanê rawestin, bêyî mijara avakirina mirovê hevseng ê karibe di avakirina welatê xwe û çêkirin û nûavakirina tiştên rijêmê ji deh salan de wêran kirine beşdar be.
Hikûmeta Sûrî ya Demkî bi hemû hêza xwe kar dike, daku encamên bobelata armanckirina rijêmê ji dibidtanan re û topbarankirin û rûxandina wan hilîne, piştî ku rijêmê mîna armancên leşkerî danûstandin bi xalên fêrkirinê re kir, tewanin belgekirî ne, divê berpirsyarên wan siza bibin.
Di roja cîhanî ya parastina fêrkirinê de, ya ku 9 îlonê jê re hatiye destîşankirin, û bi ser tewanên rijêmê û siponserê wê dermafê fêrkirinê û zarokan, em balê dikşînin ser cenga ku milîsên PYD ya terrorist dijî sûriyan, ji ber ku rêbazên îdyolocî û tundrewiyê sepandine, di çarçoveya pirojeyên şêwandina çand û dîrok û cografya de, û binpêkirina mafê mirovan bi ferzkirina xwendina li gor çand û şaristaniya xwe, ew jî bû sedem ku xelkê deverê zarokên xwe neşînin dibistanan, yên gihîştine baweriya ku nexwendin ji fêrbûna îdyolociya nefret û tundrwiyê baştir e.
Ketwarê zarokên Sûriyan, tevî yên penaberan û yên di kampan de, hewcedarî hevkariya saziyên navdewletî û xwecihî û rêxistinên civaka sivîl e, daku kar li ser sitratîciyeke berfireh bikin, ji bo nehiştina nexwendabûnê di nav zarokan de, û ji nû de wan tevlî xwendinê bikin wek gava yekemîn, û paş re kar li ser tunekirina nexwendabûnê li nav tevaya nifşan bi awayekî giştî bikin.
Bisernekeftina di vê pirojê de, tê wateya ku paşeroja bi sedhezaran ji Sûriyan tarî ye, û dê encamên wê bi dirêjiya dehsalên dahatî bobelatî bin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
8 îlon 2020