Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek ji dûr ve di riya entirnêtê re li gel girûpên fişaran yên Sûrî-Emrîkî “Kilback” û “welatiyên ji bo Emrîkayeke ewle” lidar xist, û bi wan re rewşa li devera Rojhilatê Feratê û binpêkirinên PYD û kiryarên wan û tewanên dermafê xelkê deverê bi armanca gihîştina baştirîn çareserî ji rewşa heye re gengeşe kirin.
Ew jî di nav çalakiyên ku Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî pê radibe, û karê wê ji bo xurtkirina pêwendiyan li gel cûrbecûr Revendên Sûrî li cîhanê tê.
Û Endamê Desteya Siyasî, Yasir Elferhan, li ser girîngiya deverê di warê cugrafî û aborî de axivî, û eşkere kir ku ji destpêka şoreşê de rijêmê deverên Rojhilatê Ferêt radestî milîsên PYD kirin, yên ku li gel rijêmê tewan dijî xwepêşanderên aştiyane û zarok û jinan li gelek deverên wek Amûde û Til Hecer pêk anîn.
Û Elferhan tekez kir ku saziyên navdewletî û saziyên mafnasî wek “Human Rights Watch” û “Amnesty” tevaya tewanên milîsên PYD belge kirine, û bal kişand ku belgekirina tewanên nû dermafê xelkê deverê berdewam e.
Û endamê desteya siyasî, Abdellah Gedo, li ser rola milîsên PYD di serkutkirina tevgera şoreşgerî ya sivîl dijî rijêmê û nehêlana bilindkirina alaya şoreşa Sûriyê axivî, û şiroveyek li ser helmetên girtinê yên milîsên PYD pê rabûbne dermafê endam û çalakvanên partiyên niştimanî yên kurd ên sûrî û civaka sivîl pêşkêş kir.
Û endamê desteya giştî Ehmed Tu`imê tekezî li ser rola PYD di gurkirina agirê fîtneyan di navbera êl û eşîrên Ereb de di riya pirosesên kuştinê yên ku kesên bi ser wan milîsan ve pêktînin kir.
Û Tu`imê bi hûrbînî behsa giringiya rola revenda Sûrî li Emrîka kir, di warê veguhestina van rastî û agahiyan bo xwedanên biryarê li Emrîka, û dît ku ew yek ji amûrên bi bandor in ji bo rawestandina tewanên van milîsan.
Û endamê desteya giştî Ebdellah Elferec, eşkere kir ku milîsên PYD binpêkirin û tewan di dema şerê li hember Daişê li Reqayê pêkanîne, û sivîlên ku armanc kirine bêhtirê wan jin û zarok bûn, û bal kişand ser xerabûna rewşa ewlehî li bajêr ji encama operasyonên kuştin û revandina sivîlan û belavbûna madeyên hişbir li deverê.
Û bal kişand ser berpisyariya van milîsan di ber şewitandina dexlên xelkê deverê de, û dijwarkirina jiyana sivîlan , û leşkeriya neçar di nav rêzên wan milîsan de, û got ku xelkê Reqayê ditirsin ku milîsên PYD bajarê Reqayê radestî rijêmê bikin.
Û Endamê Desteya Siyasî, Ebdulmejid Berekat, cextî li ser hebûna hevrêziya bitemamî ji destpêka şoreşê de di navbera rijêmê û rêxistina PKK ya terorîst de kir, û got ku ev hevkarî û hevrêzî bi belgeyên fermî yên ji aliyê “Şaneya Qeyranê” ya li Şamê derketine, hatiye çespandin.
Û Endamê Desteya Siyasî ,Salim Elmislit, li ser nerîna Hevbendiya Niştimanî ji çareyê re li devera Rojhilatê Ferêt axivî, yaku giringiyê dide misogerkirina mafên tevaya pêkhatên wê deverê ji Ereb û Kurd û Tirkman û Asûriyan, di riya çareyeke niştimanî sûrî ya bi temamî re, û bal kişand ku rijêm û partiyên cudaxwaz asteng in li pêşiya karên ku Hevbendî û rûsipî û şêxên deverê ji bo çareserkirina kêşe û aloziyan di navbera pêkhatên deverê de pê redibin.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan, Mihemed Yehya Mektebî, tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya pêwendî û hevdîtinên di navbera Hevbendiya Niştimanî û Revendên Sûrî de li Emrêka kir, daku wêneyên rasteqîn yên devera Rojhilatê Ferêt bighînin raya giştî ya Emrîkî.
Û endamên saziya “Kilback” li ser karên ku Revenda Sûrî li Emrîka pê radibe ji bo ku bandorê li xwediyên biryaran li Emrîkayê bikin axivîn, û bal kişandin ku karê dikin ne tenê girêdayî fişarên jibo derketina Yasaya Qeyser in, û tekez kirin ku ew amade ne ji karê berdewam re li gel tevaya pêkhatên Sûriyê di her tiştê dikeve xizmeta şoreşa Sûriyê de, daku azadî û dadwerîyê ji gelê Sûrî re bi hemû pêkhatên xwe ve dabîn bikin.
Û Diktora Rîm Elbzim tekez kir ku sazî ji tiştên ku PYD li devera rojhilatê ferat pê radibe haydar in, herweha ji çi karên ku nakevin xizmeta Sûriya nû yaku Sûrî hewlên xwe didin da wê ava bikin, û bal kişand ku sazî ji çend heyvan de pêwendiyên berdewam li gel yên têkildar dikin, çi di hundir Emrîka de an li derve be, daku çareyên guncaw yên dikevin xizmeta gelê wê deverê de bibînin.
Û bal kişand ku sazî dibîne ku karên PYD pê radibe, bi dûrxistina pêkhatên deverê ji xeleka avakirina biryarê, û tekrewiya desthilatê û destdanîna ser dahatên deverê ji betrol û çandiniyê û samanên din, dê bibin sedema nearamiya wê deverê.
Û cext kir ku ev karên dikin nakevin bercewendiya ti alî ji pêkhatên deverê, lê vajî wê bi temamî ye, û got ku ev kiryar jihevdûrkirinê di nav pêkhatên gelê Sûrî de zêde dike, û ew zemînê ji belavbûna terorê re xweş dike, û dibe alîkar ji bo vejîna rêxistina Daişê.
Û eşkere kir ku sazîya “Kilback” ji bo çareserkirina van pirsan dixebite, û bala rêvebiriya emrîkî dikşîne ser metirsiya van kiryaran li ser Sûriyan û pêşeroja Sûriyê, û got ku “saziya me bi haydarî û berdewam dixebite, ji bo nîgarkirina pêşeroja Sûriyê, û emê di karê cidî de bo xizmeta doza daddar de ta bighên Sûriya nû ya ku tevaya Sûriyan dixazin berdewam bin”.
Jêder: Ofîsa Raghandnê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî