Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, carek din tekezîyê li ser pêwîstiya çalakkirina madeya 21 ji biryara 2118 ya girêdayî ferzkirina tevdîrên piratîk dijî rêjîmê li gorî beşa heftemîn dike, Komelkujiya li bajarê Xan Şêxûn pêk hat, û îro sê sal di sera derbas bûne, derî li pêşiya vê gava girîng û pêwîst vedike.
Komelkujiya kîmawî ya Xan Şêxon, li ser destê rêjîma Esed di 4 nîsana 2017an de bi gaza sarîn pêk hat, û bû sedema şehîdbûna nêzî 100 sivîlî û birîndarbûna bi sedan, û hîn berdewam e, û cihê metirsiyê ye li ser jiyana gelê Sûriyê û dever û cîhanê, ger ji aliya tewanên rojane yên yekser de be, an yên ne yekser bin, û ev yek di riya serederiya wê li hember nexwaşiya Korona û metirsiyên ku sivîl dibînin li deverên dibin kontirola rêjîmê de eskere û diyar dibe.
Komîteya yasayî di Hevbendiyê de û hejmarek ji aliyên Sûrî yên serbixwe û rêxistinin mafnasî yên cîhanî, vê doseyê dişopînin, û ji bo komkirina belge dîdevaniyan kar dikin, û xebatê dikin ji bo sizedana tewankarên berpisyar di ber van tewanan û hemû tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê yên ku li Sûriyê çêbûne, û guman li ba me nîne ku ew aliyên mafnasî dikarin rêjîma Esed û alîgirên wê û yên berpsiyar di ber wan tewanan de, li pêşiya çi dadgehê be, şermezar û sûcdar bikin.
Bîrhanîna vê komelkujiyê helkeftek e, jibo di bîra aliyên dixwazin ji nû de vê rêjîmê vejîn bikin bînin, ku tiştên rêjîm dike dê encamên bobelatî bide , û jibo zanibin ku her yekî destê xwe têxe destê rêjîmê dê xwe bixe rêza wê.
Li dawiyê, careke din Hevbendiya Niştimanî hişyariyê dide civaka navdewletî ji metirsiya tinebûna sizedanê di doseyên tewanên ku li Sûriyê çêbûne, û bandora encamên dûrbûna wan ji sizedanê li ser dadwerî û aştî û ewlehiya navdewletî, û em sûrin li ser girîngiya rakirina vê doseyê bo dadgeha cezayan ya navdewletî di demên herî nêz de.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
4 nîsan 2020