Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hêzên rijêma Esed û milîsên Îranî û hêzên dagîrker ên Rûsî, di riya êrîşa li ser Elgota Elşerqiyê re, destpêka sala 2018an, zincîrek ji komelkujiyên mezin û tawanên cengê li pey hev pêk anîn. Di nav de êrîşa bi çekên kîmawî li ser bajarê Dûma pêk hatibû.
Û tevlî gurkirina awarte yaku têde tundtirîn bombeyên bi hêz ên ruxandinê bikar hatin, û armanckirina deverê bi tundtirîn çekên wêrankirinê, lê rijêm û hevalbendên wê çekên kîmawî jî bikar anîn, daku dîmenê xwîndar li pêşiya çavê cîhanê temam bibe.
Sê sal di ser vê komelkujiyê re derbas bûn. Ew tawana ku 39 pakrewan 10 zarok û 15 jin di nav de li şûn xwe hiştiye, û birîndarbûna derdora 550 kesî ji encamên bikaranîna çekên kîmawî, li gor belgeyên Tora Sûrî ya Mafên Mirovan û saziyên dîtir. Tevî wê jî tawanbar hîna serbest e. Lêbelê di pêkanîna komelkujiyên pêhtir de berdewam e.
Berpisyariya vê tawanê li ser milê çi kesê ku tevlê bûye an pilan jêre daniye an ew tewan veşartiye ye. Her weha rola civaka navdewletî jî yaku tenê çavdêriya komelkujiyan kiriye dema pêk dihatin tê de heye, û tevî wê jî ta îro civaka navdewletî tiştek nekiriye, lewra ew jî berpisyariyê derbarê sizakirina tawanbaran hildigre, û serrastkitina helwestan jê tê xwestin.
Girêdana rijêmê ya tam û tevlêbûna wê di zincîreke domdar ji tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê û tawanên bikaranîna çekên kîmawî, tiştekî çespandî û belgekirî ye. Û ev yek dibin hokara ku ev doseya bo civaka navdewletî û aliyên navdewletî yê kartêker bên veguhestin, daku rola xwe di sizakirina tawanbaran de di riya desttêwerdaneke li gor beşê heftemîn bileyzin, û kujeran bibin Dadgeha Tawanên Navdewletî û mîkanîzmekê bo nehêlana astengkirina Rûsî ya berdewam ji rêya dadweriyê re li sûriyê bibînin.
Rijêma tawanbar jiyana Sûriyan kiriye zincîrek ji bîranînên biêş, lê gelê sûrî rijde ku di şoreşa xwe de berbipêşde here, daku gewretirîn bîranîn di dîroka Sûriyê de çê bike, ew jî kêliya rizgarbûna ji rijêma tawanbar e. Û berve Sûriya nû de biçe. Sûriya azadî û rûmet û serxwebûnê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
07 nîsan 2021