Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku hêzên rijêma Esed û hevalbendên wê û milîsên pêre alîkar, hejmarek ji komelkujiyan di roja wek îro de pêk anîn. Ji wan tawanan, herdu komelkujiyên Elletamne li gundewarê Hemayê û Dêr Bielbe li gundewarê Humsê bi riya şewtandin û serjêkirina bi kêran di sala 2012yan de pêk anîn. Û komelkujiya Dûma ya Elgota Elşerqiye li gundewarên Şamê bi çekên kîmawî ji aliyê hêzên rijêmê û Milîsên Îranî û hêzên Rûsî di sala 2018an de pêk hat.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnemevanî de, îro, got ku tevlî gurkirina awarte yaku têde tundtirîn bombeyên bihêz ên ruxandinê bikar hatin, û armanckirina deverê bi tundtirîn çekên wêrankirinê, lê rijêm û hevalbendên wê çekên kîmawî jî bikar anîn, daku dîmenê xwîndar li pêşiya çavê cîhanê temam bibe.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî got ku îro Sê sal di ser vê komelkujiyê re derbas bûn. Ew tawana ku 39 pakrewan, 10 zarok û 15 jin di nav de, li şûn xwe hiştiye. Û birîndarbûna derdora 550 kesî ji encama bikaranîna çekên kîmawî, li gor belgeyên Tora Sûrî ya Mafên Mirovan û saziyên dîtir. Tevî wê jî tawanbar hîn serbest e. Lêbelê di pêkanîna komelkujiyên pêhtir de berdewam e.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku berpisyariya vê tawanê li ser milê çi kesê ku tevlê bûye an pilan jêre daniye an ew tewan veşartiye ye. Her weha rola civaka navdewletî jî yaku tenê çavdêriya komelkujiyan kiriye dema pêk dihatin tê de heye, û tevî wê jî ta îro civaka navdewletî tiştek nekiriye, lewra ew jî berpisyariyê derbarê sizakirina tawanbaran hildigre, û serrastkitina helwestan jê tê xwestin.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku girêdana rijêmê ya tam û tevlêbûna wê di zincîreke domdar ji tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê û tawanên bikaranîna çekên kîmawî, tiştekî çespandî û belgekirî ye. Û ev yek dibin hokarên ku ev doseya bo civaka navdewletî û aliyên navdewletî yê kartêker bên veguhestin, daku rola xwe di sizakirina tawanbaran de di riya desttêwerdaneke li gor beşê heftemîn bileyzin, û kujeran bibin Dadgeha Tawanên Navdewletî û mîkanîzmekê bo nehêlana astengkirina Rûsî ya berdewam ji rêya dadweriyê re li sûriyê bibînin.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku rijêma tawanbar jiyana Sûriyan kiriye zincîrek ji bîranînên biêş, lê gelê sûrî rijde ku di şoreşa xwe de berbipêşde here, daku gewretirîn bîranîn di dîroka Sûriyê de çê bike, ew jî kêliya rizgarbûna ji rijêma tawanbar e. Û berve Sûriya nû de biçe. Sûriya azadî û rûmet û serxwebûnê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî