Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di heyva nîsana sala 2012yan de, di çarçoveya operasyonên serdegirtin û dorpêçkirin û êrîşên ku dijî bajar û bajarok û gundan li cûrbecûr deverên Sûriyê pê radibûn, hêzên rijêmê û nandoz û endamên milîs û çeteyên pêve girêdayî, zincîrek ji komelkujiyan pêk anîn, û hejmarek ji deveran bi çekên wek tiving û çekên kesayetî û kêran armanc kirin.
Û metirsîtirîn yek ji nav wan komelkujiyan, li nêzî bajarokê Elgariye Elxerbiye li gundewarê deraa pêk hat. Her weha komelkujiya Til Rufet li gundewarê helebê, û komelkujiya taxa Dêr Bielbe li Humsê, û komelkujiya bajarokê Teftenaz û komelkujiya Orim Elcoz li gundewarê idlibê, û du komelkujî li bajarokê Elletamine li gundewarê Hemayê di 7û 10 wê heyvê de pêk hatin.
Hêzên rijêmê û çete û milîsên pêve girêdayî, komelkujiyeke mezin li bajarê Elletaminê pêk anîn. Têde hin malbat bi temamî hatin kuştin. Û operasyonên kuştinê yên bêserûber bi tivingên li ser zerîpoşên leşkerî yên ku êrîşî bajêr kirine hatibûn danîn, piştî zincîrek ji operasyonên bombebaranê li pey hev cîbicî kirin.
Ji ber vê komelkujiyê derdora heftê kesî şehîd bûn, û ji encama bombebarana ku piştî sê rojan bajarok tûşî wê bûye, 30 kes şehîd bû, jinû zarok di nav de hebûn, û bêhtirê wan ji du malbatan bûn.
Berpisyariyên girêdayî bi vê tawanê û tawanên dermafê gelê sûrî pêk hatine, bi demê re nakeve û helbet dê kujer sizayên xwe bibîne.
Em careke din berpisyariyê di bîra civaka navdewletî û aliyên navdewletî yên çalak tînin, derbarê deh salên ku têde rijêmê û hevalbendên wê lîsteyeke dirêj ji tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê û tawanên koçberkirin û guhartina demografî û binpêkirinên mezin dijî mafên mirovan û operasyonên girtin û revandin û îşkencekirin û destdirêjiyên seksî û bidarvekirin pêk anîne.
Û careke din em daxwazê ji tevaya dewletên cîhanê dikin, ku kar li ser rawestandina tawanên berdewam dermafê gelê sûriyê bikin, û nehêlin ku tawanbarên cemgê ji sizayan rizgar bibin, û gavên pêwîst bo misogerkirina wê doseyê bavêjin.
Kar bo veguhestina doseya tawanên cengê li sûriyê bo Dadgeha Tawanên Navdewletî tiştekî pir girîng e, û divê li rex wê xebatên navdewletî bo veguhestina siyasî û sizakirina tawanbaran di çarçoveyeke demî ya destnîşankirî de çêbibin, daku rê li pêşiya muhletên nû yên tawanê û rizgarbûna ji sizayan li sûriyê bibirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
07 nîsan 2021