Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D.Nesir Elherîrî, duh çarşemê, beşdarî di komcivîneke gengeşeyê de kir, li ser mîkanîzmên piştgirî û pêwendiyan û rola ciwanan têde, li gel hejmarek ji akadîmisyan û pisporên di warê pêwendî û piştgiriyê de, yaku ji aliyê saziya “Pêngavek Berve Pêş de” ya ne hikûmî hatiye lidarxistin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, şiroveyek pêşkêş kir, û di axaftina xwe de tekezî li ser giringiya rola ciwanan di pirosesa komkirin û piştgiriya şoreşa sûrî de kir, nemaze îro piştî ku deh sal di ser birêketina şoreşê re derbas bûn, û têde wêneyê şoreşê hatiye şêwandin ji encama êrîşkirinên leşkerên iltironî ji aliyê rijêmê û hevalbendê wê ve.
Û Elherîrî amadebûna Hevbendiya Niştimanî bi tevaya sazî û amûrên xwe bo piştgiriya ciwanan û girupên piştgiriyê anî ziman, her weha pêşkêşkirina tiştên tên xwestin nemaze di warê yasayî û rojnemevanî de.
Û Elherîrî tekezî li ser pêwîstiya piştgiriyê û bikaranîna hemû rê û mîkanîzmên komkirina piştgiriyê kir. Û got ku du kêşe hene. Pir pêwîst in. Divê piştgirî bi tevaya karînan têde bikar werin. Wek kêşeyên stratîcîk yên ku bandorê li tevaya deverê dikin. Wek veguhestina demoqratîk û rûbirûbûna stemkariyê û rêyên avakirina dewletê li ser bingeha demoqrasiyê. Her weha rûbirûbûna rijêma tawanbar li ser hemû astan. Tevlî pêkenoka hilbijartinnan yaku rijêm dixwaze lidar bixe.
Û Elherîrî got ku ya duyemîn têkildarî kêşeya girêdana bi xakê ve û parastina nasnameyê ne. Û got ku ji neçarî bi melyonan ji sûriyan bi sedema kiryarên rijêma tawanbar dest ji mal û milkên xwe berdane. Û deh sal di ser vê koçberiyê re bûrîne. Û pêdvî bi xebateke cidî û berdewam heye. Daku hemû hewl û destpêşxeriyan bikin yek. Ji bo ku nasname û ziman û dadweriya doza ku xelkê sûrî bo wê derketiye biparêzin. Û wêneyê durust di hişê nifşê nû de û li bal gelên pêşwaziya sûriyan li seranserî cîhanê kirine diyar bikin.
Û Serokê Hevbendiyê nimûneyek li ser piştgiriyê anî ziman. Ew jî di riya tiştê ku gelê sûrî pştî sê heyvan ji biryara dirêjkirina dema alêkariyên mirovahî yaku dê rastî wê werin. Ew biryara ku Rûsiya û Çînê şerê wê kirine û VETO dijî wê biryarê pir caran bikar anîne. Û Elherîrî bal kişand ser ku rewşa mirovahî li bakurê welêt hewcedarî piştgiriyê ye. Her weha pêdviya bakurê Sûriyê bi komkirina tevaya hêzan û dengê bilind heye. Ji bo ku derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya dergehên ne di bin kontirola rijêmê de berdewam bike.
Û di dawiya beşdariyê de, Elherîrî tekez kir ku hêvî di ciwananan de heye, ji ber ku wan şoreşa pîroz vêxist, û rola wan di berdewamiya wê de ta niha heye, û bi saya xwedê dê rola wan sibe di serkeftina wê de jî hebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî