Daxuyaniyek Rojnamegerî
Piştî berdewamiya şerê Bahoza Başûr, pêşketina bûyeran û lezgîniya wan li ser hemû eniyan, diyar dike ku herifandina rejîma Esed bi awayekî rastîn dest pê bûye, bi taybet di dema armanckirina şoreşgeran ji xetên wî yên berevaniyê yên yekem re . Rejîm hîn nikare tu awayî bo derengxistina herifandina xwe bibîne, ji bilî bumbebarankirina hovane û bermîlên teqîner ku bi ser sivîlan de davêje, ku êrîşa vê dawiyê li ser bajarê Der`a û Zebedanê tekez kir ku ew di hewldaneke têkçûyî de ye bo şoreşvanan neçarî paşketin û vegerê bike.
Rejîma Esed bersiva pêşveçûna şoreşvanan li Der`a û Zebedanê û binketina hêz û milişiyên bi ser ve li hemû eniyan da, bi dijwarkirina bumbebarankirina bi balafirên cengê, sarûx, û bermîlên teqîner ji navendên sivîlan re li taxên Der`a- Elmedîne, û hejmarek ji gund û bajarokên derdorê armanc kirin, di encamê de kuştarek li bajarokê Nesîb çêbû û bêtir ji deh kesan şehîd ketin, şehîdek li bajarokê Besra El – Herîr ket, herweha birîndarin li Der`a Elmedine.
Di dema ku rejîm li derdora bajarê Zebedanê li sivîlan teng dike, di riya birîna riya Şamê ku nahêle xwarin û bûjenên sereke di meha Remezanê de ji bêtir 10 hezar malbat li Medaya, Bilûdan û Serxaya re derbas bibe, bumbebarankirina Zebedanê ji 5 rojan de berdewam e, bajêr bi hemû cureyên çekan armanc dike, di nav re zaniyariyin hene ku beşek ji bumbebarankirinê ji devera Encer li Libnanê û devera Kefer Zeyd ya nêzî wê pêk hatiye.
Di Hevbendiyê de, dema em handana şoreşgeran li hemû eniyan bo rêzgarkirina hemû xaka Sûrî dikin, di heman demê de em pirsiyariya asêkirin û parastina sînor bi Sûryayê re, davêjin ser milê hikûmeta Libnanî, û qedexekirina endamên Hizbillah a tirorist ji pêkanîna binpêkirinên berdewam li ser xaka Sûriyê, herweha binpêkirinên li ser milletê Sûrî. Em ji Civaka Navdewletî dixwazin ku pêşxistinên lezgîn li ser erdê bi çavekî baş bixwînin, û beşdariyê bi awayekî jidil di pêçana rûpela Esed ji dîroka Sûrî û deverê, û piştgiriya nerînên milletê Sûrî di veguheztina ber bi dewleta azadî, dadwerî, û hevwelatîbûnê de bikin.
Salim El – Mislit
Berdevkê Fermî Bi Navê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
8ê Tîrmehê 2015