Daxuyaniyek Rojnamegerî
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê ȗ Hevrikiya Sȗrî tawana tirorist ku Şêx Wehîd El – Belȗs ȗ Şêx Fadî Ne`îm armanc kir şermezar dike, ku di encamê de her du şehîd bȗn, herweha hindek ji endamên mewkiba ku îroj Îniyê hate armanckirin jî.
Di dema em sersaxiyê ji xelkên şehîdan re dixwazin, di heman demê em rejîma Esed di ber vê tawana kirêt de dibînin pirsyar, ku armanca wê bidawîkirina rola erênî a Şêx El – Belȗs ku yek ji berztirîn Şêxên rȗmetê di regeza El- Muwehidîn a Dirȗzan de bȗ. Her dem hewl dida ku hewldanên rejîmê bo beşdarkirina xortên Siwêda di tawanên xwe yên dijî Sȗryan têk bibe. Herweha em bangekê li xelkên parêzgeha Siwêda ȗ azadên wê dikin bo bi engirandinek niştimanî rabin ta kok bingeha xwe ya resen diyar bikin, ȗ sekina xwe li rex şoreşa Sȗrî bi kar ȗ gotinê bînin ziman, wek ku di destpêka aştiyane a şoreşê de anîn ziman.
Salim El – Mislit
Berdevkê Fermî Bi Navê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên. Şoreşê ȗ Hevrikiya Sȗrî
4ê Êlȗnê/ 2015