Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî bi navê milletê Sûrî gerimtirîn sersaxî û hestên behîdariyê ji dewleta Imarata Erebî ya Yekbûyî û Şaneşîna Behrên re bi serkirdayetî û milletê xwe ve pêşkêş dike, derbarê şehîdbûna hejmarek ji kurên wan yên leheng di ber rewatiyê û parastina aramiyê de li Yemenê.
Herweha gerimtirîn hestên behîdariyê ji malbatên leşkeran re pêşkêş dike, û ji Xweda hêvî dike ku wan bi dilovaniya xwe şa bike.
Hevbendiya Niştimanî, di dema ku piştgiriya xwe ji têkoşîna milletê Yemenê re bo têkbirina êrîşên Iranî ê xedar û alav û milişiyên wê tekez dike, herweha ew alîkarî û piştgiriya xwe ji helmeta “Vegerandina Hêviyê” bi sirkirdayetiya Erebistana Si`ûdî nû dike, ku ew jî mîna bersivdanekê ji daxwazên xelkê Yemenê û piştgiriya hêviyên wan re bû.
Dilovaniyê ji şehîdan re dixazin, û rehetbûnek zû ji birîndaran re
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
5ê.Êlûnê.2015