Desthilata Birîtanî doh roja înê binpêkirina mafê mirovan li Sûriyê ji hêla Rêjîma Esed û rêkxistina Daiş ve yên tirorist pirotesto kir. Di raporteke nû de ko ji aliyê komîta vekolînê ya bi ser netewên yekbûyî ve piştî vekolînin hûrbîn ko zêdegavî destnîşan kir û doz li desthilatê kir yên ko evan zêdegaviya n dikin bêne siza kirin.
Wezîrê karûbarê Rojhilata Navîn di desthilata Birîtanî de Tobayas Iyod: “Desthilata Birîtanî zêdegaviyên Rêjîma Esed yên ko rojane li Sûriyê dike pirotesto kir û got gerek tawankarên wan bêne siza kirin. Her wiha ji bo Sûriyê ji dîktatoriyetê û belaya Daiş rizgar bibe, giring e çareseriyeke siyasî bête danîn.”
Wezîrê Birîtanî diyar kir ko Rêjîma Esed ew berpirse di kirina zêdegavî û bombebarana gelemşe bi bermîlên teqîner û top û çekên kîmawî, ligel ko girtina neyasayî û êşkemcekirina mirovan dike.
Bêtir got: “Rêkxistina Daiş û jibilî wê jî komekên tirorist û tundrew kiryarên hovane û nemirovî û ji nav wan dardakirina komel bi kirdeyine kurt û koletiya zayendî ji jinên Êzîdiyan re û leşkeriya neçaretî ji zarokan re dikin.”
Hevbendiya Niştimanî Sûrî li Encûmena Ewlekariyê doz kir ko be pirsiyariyên xwe hilgire da ewlekarî û aştiyê li Sûriyê biparêze û pêrabûnên lezgîn bike ji bo tawankariyên Rêjîma Esed li dijî mirovantiyê, hem ew zêdegaviyên ko li miletê Sûrî dike birawestîne. Û sizakirina tawankaran dabîn bike.
Hevbendiya Niştimanî piştguhkirina Civaka Navdewletî ya ko berdewam bi dosya Sûriyê re li ser hesabê xwîna milet wek kaxezeke fişarê ji bo danûstandinan bikar tîne, ewê pirotesto dike.
Hevbendî+Acans