Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Rapora Saziya Lêborînê ya Navdewletî a di bin navnîşana (kes li te nagere) derketiye, balê dikşîne ser ku qebareya binpêkirinan dermafê penaberan, ji ber ku tûşî pir destdirêjî û binpêkirinên mafên mirovan dibin, û di nav de operasyonên kuştinê yên nerewa û îşkencekirin û destdirêjî û danûstandina pîs û tundiya seksî û binçavkirina kotekî ta demeke nediyar pêk tên, ew jî di rewşeke dijwar û nemirovahî de ne, ta bighêje karkirina bi kotekî.
Û raporê noqbûna 700 penaber û mişextî li ser riyên deryayan di şeş heyvên pêşî ji sala 2021 de bibîr anî, û got ku di heman demê de rê li pêşiya 15000 kesî hatibû girtin, û ew tev vegerandin lîbiya, û hejmara wan bêhtirî hejmara yên ku rê di sala 2020 an de li wan hatine girtin.
Hêjayî gotinê ye ku hejmarek ji wan penaberan Sûrî bûn, yên ku di ser zemîna Lîbiya re berve dewletên penaberiyê yên Yakîtiya Ewropa diçûn, û ji cenga berdewam û xirabiya rewşa dewltên derdora Sûriyê direviyan.
Rêvebiriya Karûbarê Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, ji Komisyona Bilind ya Karûbarê Penaberan û Saziya Koçberiyê ya Navdewletî û Saziyên Mirovahî Yên Têkildarî Karûbarê Penaberan xwest, ku kar li ser rizgarkirina penaberan û piştgiriya wan bikin, daku bighînin dewletên penaberiyê, û ji Rêvebiriya Saziyên Navdewletî ya Mafên Mirovan daxwaza lidûvçûn û sizakirina çi aliyê binpêkirinan dermafê penaberan pêk tînin dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
18 tîrmeh 2021