Daxuyaniyek Rojnamevanî
Raport û nûçeyên derbarê berdewamiya dorpêça Rêxistina DAIŞê ya terorîst li ser Dêrazorê gelekî bi sehm û tirsin û em hêjî bi berdewamî û bi giringî vê doseyê dişopênin û emê hemû bizavên pêwîst terxan bikin.
Ev dorpêçkirin dikeve di heyva diwan de, ku hevşan û şêweyê heman reftar û şêwazên rêjîmê ne, ku Rêxistina DAIŞ berdewam e li ser birîn û rêgirtin li pêş gehiştina xwarin û dermanan bo nêzîkî 400 hezar Sivîlî ku piraniya wan ji awareyên parêzgehên dîtirin, di dema ku rêjîm hemû kelûpel û pêdawîstiyên pêdivî bo hêzên xwe yên li wan navçeyan dabîn dike, bi saya kogeh û embarên xwe û bi rêka pirên esmanî bo serbazgehên xwe bikaranîna firokxaneya Dêrazorê ya ku hêjî dibin kontrola rêjîmê deye.
Niha, piştî firokên Esed bi berdewamî xizmet didan DAIŞê û derfet dan belavbûna wê, ku niha rêjîm di van navçeyan de qomarê bi jiyana Sivîlan û jiyana hêzên xwe dike, bi armanca man û berdewamiya xwe di desthilatê de û saxbîrîkirin û nûjenkirina pirojeyê xwe yê stemkariyê.
Ku kiryarên Rêxistina DAIŞê ji revandin û kuştin û dorpêçkirina sivîlan û tevlî tawanên rêjîma Esed cihê şermezariyê ne, û pêwîste Hevpeymaniya Navdewletî hevkariyê bi awayekî kara bi artêşa Azad re bike, da bikaribe Sûriyan ji stem û zordestiya terorê rizgar bike û herwiha terorê jinav bibe.
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
28 Reşemeh 2015