Birêveberê Ewlekariya Niştimanî Emerîkî Cêmis Kilayer tekez kir ko Beşar Elesed Desthilatiyê tenê li ser 10% ji Niştecihên Sûriyê dike, herwiha Îran tawanbar kir bi berdewamiya têwirdanê di Herêmê de di rêya“Feyleq Elqudis” re ji Îraqê û di rêya Çeteyên Hizbullaha tirorist ko li Sûriyê hebûna xwe zêde kirine.
Kilayer sedema mana Esed dibîne ko piştgiriya wî ji hêla abûrî de dibe û hoza wî ya olî ew hiştine, “çimkî ji berjewendiya wan e ko rewş wisa bimîne”
Berpirsên Emrîkî texmîn dikin ko Rêjîma Îranê salê 35 Milyar Dolar xerc dike da Rêjîma Esed di desthilatiyê de li Sûriyê bihêle. Destnîşan kirin ko dirav li karên cengî û çekan xerc dibin û mûçeyên çeteyan yên cobicor yên bi ser Îranê ve û digel Rêjîmê li dijî milet şer dikin.
Berê jî Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hîşam Merwe tekez kiriye: ko “Hebûna Pasvanên Îranî li Başûr û Bakurê Sûriyê aşkere bûye, û ev dagîrbûne têwidaneke kirêt e û hem jî peymanên navdewletî binpê dikin. ”
Herwiha Cîgirê Serokê Hevbendiyê doz kir“ ko Encûmena Asayişa Navdewletî biryarekê derxîne tê de Rêjîma Îranî mecbûr bike da hêzên xwe ji xaka Sûriyê vekêşîne.”
Tekez kir “tu caran asoya çareseriya siyasî li Sûriyê ruhnî nabe bi dagîrkeriya Rêjîma Îranî ji xaka Sûriyê re û hebûna Çeteyên mezhebperest ko piştgiriya wan dikin”
Jêder: Hevbendî